Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Adem Goz (Çiyager) ê di sala 2021’an de di şerekî li Dersîmê de şehîd bû,ji aliyê leşkeran ve li goristana bêkesan a Meletiyê hatibû veşartin. Di vê pêvajoyê de malbat qet nehat agahdarkirin. Beriya 5 rojan leşker li malbatê geriyan û gotin zarokê wan jiyana xwe ji dest daye. Malbata ku çû Meletiyê ji wêneyî cenazeyê zarokên xwe teşhîs kirin. Piştî ku cenaze duh radestî malbatê hat kirin, şevê din li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat veşartin.
Li mala malbata Adem Goz şîn hate dayîn. MEBYA-DER, TUHAY-DER’a Wanê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê, TJA û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî serdana şînê kirin.