Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ku 43 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, malbatan serlêdana hevdîtinê kirin.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman rengî Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve tecrîdkirî ye ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin.

Serlêdanên ji bo hevdîtinê ya bi kêfî têne redkirin, ya bê bersiv têne hiştin, yan jî piştî bi mehan tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn. Sedema cezayê dîsîplînê jî nayê ragihandin.