ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Çalakiyên ku xizmên windayan li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê lidar dixin, wê bên şopandin.
- Şerê cîhanê yê sêyemîn rastiyek e û navenda wê erdnîgariya Rojhilata Navîn û hawirdora wê ya çandî ye. Tenê şerê li Iraqê diqewime ku herî zêde navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e jî nîşan dide ku ev tenê ne meseleyeke welatekî ye, eleqeya xwe bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk hene. (Ji perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan)
- Seroka Komaleya Fonti di Pace a Îtalyayê Eleonora Bonaccorsî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê wekî derhiqûqiyeke metirsîdar nirxand û got, "Di cîhanê de mînaka vê tecrîdê tine ye. Abdullah Ocalan heqîqetek e û divê em ji bo azadiya wî têbikoşin."
- Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Murat Ceylan ji bo konsera piştevaniyê ya ku îro saet 16.00’an wê li Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got: “Di vê konserê de em ê bibin dengê Rêber Apo, gelê Kurd û gerîlayên azadiyê.”
- Bikaranîna tiryakê roj bi roj zêde dibe. Çeteyên ku polîsan çavên xwe ji wan re digirin û ruşwetê didin wan. Çete bi vî awayî zarokan weke kurye bi kar tînin û tiryakê dixin dibistanan.
- Tevgera Azadiyê ji destpêka avabûna xwe ve heta niha di nava xwe de gelek netewan digre. Bi felsefeya Rêber Apo yê xwişk û biratiya gelan ve, gelek ciwanên ji netewên cuda berê xwe dan nava refên têkoşînê. Her ciwanek ji netewên din xwe perçeyek ji vê tekoşînê dîtin û berê xwe dan çiyayên azad.