Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Pexşan Ezîzî bang kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Îranê kir ku cezayê darvekirinê ya li dijî aktîvîsta mafên jinan Pexşan Ezîzî betal bike û wê bêmerc serbest berde.

Aktîvîst Pexşan Ezîzî di 4'ê Tebaxa sala 2023'yan de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hat binçavkirin. Di 23'yê Tîrmeha borî jî desthilata Îranê li dijî wê cezayê darvekirinê da.

Rêxistina Efûyê ya Mafên Mirovan a Navneteweyî (Amnesty) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji gelek salan ve gelê Kurd li Îranê rastî qirkirin û zordestiyeke birêkûpêk a ji aliyê destihilata Îranê ve, tê.

 Di daxuyaniyê de daxwaz ji dadgeriya Îranê hat kirin ku cezayê darvekirinê yê li dijî aktîvîst Pexşan Ezîzî betal bike û wê bêmerc û qeyd serbest berde.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Pexşan Ezîzê tenê ji ber çalakiyên xwe yên mirovî û hiqûqî yên aştiyane hatiye binçavkirin. Her wiha di daxuyaniyê de cezayê darvekirinê wekî "cezayê dermirovî" hat binavkirin.