Redkarê wijdanî kete ber lêpirsînê

Ji ber ku Şendogan Yazici îfadeya xwe ya der barê reda wîjdanî de li ser medyaya dîjîtal parve kiriye, vê carê jî ji ber “binpêkirina nepeniya lêpirsînê” îfadeya wî hat xwestin.

RED A WIJDANÎ

Şendogan Yazici ev 14 sal e reda xwe ya wîjdanî didomîne û di tevahiya vê pêvajoyê de gelek caran îfade daye cenderme, polîs, dozgerî û dadgehê. Yazici wekî her gavê dîsa îfadeya xwe li ser medyaya dîjîtal parve kir. Lê vê carê jî der barê wî de bi hinceta binpêkirina nepeniya lêpirsînê de lêpirsîn hat destpêkirin. 

DEMA ÎFADEDAYÎNÊ DE BEHSA NEPENIYÊ NEHAT KIRIN

Yazici behsa serboriya xwe ji ANF’ê re kir û got: “11’ê Îlonê dîsa cenderme li min geriya û min bi muxalefeta Qanûna Cezayê ya Leşkerî (reda wîjdanî) ya bi hejmara 1111 îfadeya xwe da. Û min wekî her gavê îfadeya xwe li ser medyaya dîjîtal parve kir. Piştî sê rojan, vê carê jî bi hinceta muxalefeta TCK 286’ê ango bi “binpêkirina nepeniya lêpirsînê” hatim sûcdarkirin. Ma bi ya we jî ne rewşeke ecêb e? Wekî gerîneke bêdawî; ji ber ku min îfadeya xwe parve kiriye bi “binpêkirina nepeniyê” têm tewanbarkirin û heger ez vê jî parve bikim, ez ê dîsa mecbûr bibim ku bi hinceta “binpêkirina binpêkirinê ya binpêkirina nepeniyê” îfade bidim. Belkî jî ev gerînek dê heta afirandina “binpêkirina binpêkirinê” bi awayekî ecêb berdewam bike. Di vê navberê de dixwazim bibêjim ku di dema îfadedanê de derbarê nepeniya lêpirsînê de tu tişt nehat gotin.”

EW E TU CARÎ NEKARIBIN RIHÊ HEVGIRTINÊ TÊK BIBIN

Redkarê wîjdanî Şendogan Yazici diyar kir ku ev bi tenê bi wî re sînordar namîne û dixwazin bi vî awayî kesên ku reda wîjdanî îlan kirine biçewisînin. Yazici, wiha dewam kir: “Ev rewş ne tenê ji bo min e. Armanca wan gelek diyar e: Dixwazin bi doz û lêpirsînên berdewam, jiyana redkarên wîjdanî bi awayekî derhiqûqî serûbin bikin. Li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ev kiryarên li dijî redkarên wîjdanî û muxalifan binpêkirina maf e û Tirkiye mehkûm kiriye. Dewlet dixwaze bi zextên xwe yên wiha kêfî û derhiqûqî redkarên wîjdanî bêdeng bike û wan biçewisîne. Lê ev zordestî û zext dê tu carî negihêje armanca xwe. Ji ber ku ev pergala zordest nikare tu carî ruhê azadî, îrade û hevgirtina mirovan têk bibe.”