6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî

6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp Subaşi. Komeleyê, da xuyakirin ku biryar dijminatiya li zimanê Kurdî ye.

6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî yê berê Eyyûp Subaşi. Komeleyê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Subaşi di sala 2023’yan de demekê girtî ma û wiha hate gotin: “Salek berî niha hevserokê berê yê komeleya me mamoste Eyyûp Subaşi bi awayekî nehiqûqî hatibû girtin. Û îro dadgehê di rûniştina duyem de bi awayeke nehiqûqî 6 sal û 3 meh ceza lê birî. Nabe ku xebatên zimanê Kurdî aktîvîstên zimanê Kurdî û mafparêzî bibin mijarên cezakirinê.”

Bi domdarî komeleyê ev bang kir: “Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî van êrîş û cezayên neheq bêdeng nemînin. Tekane armanca van pêkûtiyan ew e ku xebatên zimanê Kurdî werin krîmînalîzekirin û werin rawestandin. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Em ji rayedaran re dibêjin; dest ji zimanê Kurdî û xebatkarên zimanê Kurdî bikêşin. Û vî cezayê nerewa bipaşve bikêşin.”