Hêzên Îranê kolberekî din birîndar kirin
Di êrîşa hêzên Îranê de kolberekî ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, birîndar bû.
Di êrîşa hêzên Îranê de kolberekî ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, birîndar bû.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê belavkirî, hêzên rejîma Îranê raste raste kolberek Kurd gulebarankirine û di encamê de kolberê Kurd ê bi navê Rizgar Hesenî ku xelkê bajarê Seqîz yê Rojhilatê Kurdistanê ye, birîndar bû.
Hate diyarkirin ku Rizgar Hesenî ku birîna wî girane rakirine nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Seqîz û dibin çavdêriya giran deye.
Hêjayî gotinêye ku birayek Rizgar Hesen jî di êvara 16’ê Kanûna 2023’yan de di encama êrişa hêzên çekdar ên Îranê de li sînorê Bane bi giranî birîndar bibû.