ROJANE
Hemû Nûçe
-
Perspektîfa ku Rêber Apo şand Kongreya 12'emîn di Serxwebûnê de hate weşandin
Rojnameya Serxwebûnê temamiya perspektîfa Rêber Apo ku şandibû Kongreya 12'emîn a PKK'ê û belgeyên kongreyê hemû weşand. Serxwebûnê ragihand ku dawî li weşana xwe ya bênavber a 44 salan aniye û got, "Her tişt ji bo destpêkeke nû û hîn xurt e." -
ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
OHD û TUAY-DER ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û TUAY-DER li Colemeêrgê bi hev re civîneke çapemeniyê li dar xistin û daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tên paşxistin, kirin. -
Tulay Hatîmogûllari bang li Enqereyê kir ku serdana Rojava bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li rayedarên hikumetê kir ku serdana Rojava bikin û got, "Ji bo pêvajoya aştiyê baş bimeşe, ev yek wê tevkariyeke mezin bike." -
Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
Lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de li ser pêvajoyê got, 'rêyeke wan a din nîne' û banga xwedîderketina li pêvajoyê kir. -
Bakirhan: Yek ji gavên herî girîng ên aştiyê rûbirûbûna li rabirdûyê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di bîranîna karsazên Kurd de axivî ku beriya 31 salan hatin qetilkirin û got, "Yek ji gavên herî girîng ên aştiyê rûbirûbûna li rabirdûyê ye." -
Di enflasyonê de daneyên ji hev cuda
Li Tirkiyeyê daneyên enflasyonê yên Gulana 2025'an li gorî saziya fermî TUÎK'ê û koma lêkolînê ya serbixwe ji hev cuda ne. -
Li hemberî nijadperestiya li Japonyayê ya li dijî Kurdan pêşnûmeya lêkolînê
Omer Ocalan bi armanca lêkolînkirina îdîayên gotinên nefretê, vederkirina civakî, binpêkirinên mafên mirovan û cihêkirina saziyî ya li hemberî Kurd û Elewiyên li Japonyayê, pêşnûmeya lêkolînê lêkolînê pêşkêşî Meclisê kir. -
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Li peravên navçeya Marmarîs a Muglayê ya Behra Spî, bi mezinahiya 5.8 erd hejiya. Li Muglayê kesekê jiyana xwe ji dest da, 69 kes jî birîndar bûn. -
Fatma Bostan Unsal Paketa Darazê ya 10'emîn rexne kir
Fatma Bostan Unsal paketa darazê ya nû rexne kir û got, "Pêwîstî bi sererastkirineke wekhev di înfazê de heye." -
ROJEVA 3'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tifaqa Ked û Azadiyê li Enqereyê civiya
DEM Partî bi partiyên ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de ne re civiya û li ser pêvajoya çareseriyê, zextên hikûmetê yên li ser hêzên muxalefetê û gavên ku tifaq wê di serdema nû de bavêje nîqaş kirin. -
Prof. Alex Callinicos piştgirî da banga Rêber Apo û biryarên PKK’ê
Endamê Desteya Weşanê ya Sosyalîzma Navneteweyî Profesor Alex Callinicos piştgiriya xwe ji bo banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de ragihand û biryarên PKK’ê yên di kongreya 12’emîn de hatin girtin, anî ziman. -
Paketa Darazê ya 10'emîn sibe tê nirxandin
Paketa Darazê ya 10'emîn sibe li Civata Giştî ya Meclîsê tê nirxandin. -
Partiya Şoreşger: Em bi daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re ne
Partiya Şoreşger a Yekbûyî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê nirxand û diyar kir ku ew bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd re ne. -
Ji Serokê Meclîsê û heyeta DEM Partiyê daxuyaniya hevpar
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û Hevserokên DEM Partiyê civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin. Kûrtûlmûş got, "Ji bo destpêkirina serdema nû ya li Tirkiyeyê divê em vê firsenda dîrokî bi rengê herî baş bi kar bînin." -
Serokê Meclîsê Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê
Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş, li meclîsê çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan. -
Parêzer Alpsoy: Paketa înfazê dûrî pîvana wekheviyê ye!
Parêzer Şukru Alpsoy got, "Di vê guhertina înfazê de ji bo girtiyên siyasî yên cezayê muebbetê yê girankirî hatiye birîn mafê hêviyê nehatiye diyar kirin, qedexeya berdana bi şert dewam dike. Ev jî nîşan dide ku guhertina înfazê wekhev nîne." -
ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
Ethem Sarisuluk ku li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn. -
Tulay Hatîmogûllari: Dem dema icraetê ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreya li Rihayê de axivî û diyar kir ku hikûmetê têkildarî pêvajoyê gavên pêwist neavêtine û got, “Dem dema icraetê ye.” -
Turkdogan: Em hîna di qonaxa aştiyê ya negatîf de ne
Alîkarê Hevserokatiya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan got, “Em niha di qonaxa aştiyê ya negatîf de ne. Dema em derbasî qonaxa aştiyê ya pozîtîf bûn, hingê em dikarin li ser reformên piralî baxivin.” -
Paketa Darazê ya 10’emîn li komîsyonê hate qebûlkirin
Paketa Darazê ya 10’emîn tevî hemû îtîrazên partiyên muxalefetê jî li Komîsyona Edaletê hate qebûlkirin. -
Dîlan Kûnt Ayan: Qanûna înfazê divê neyê derengxistin
Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê û Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku Paketa Dadgeriyê ya 10'emîn bersivê nade bendewariyan û destnîşan kir ku divê sererastkirin neyê derengxistin. -
'Têkildarî windahiyan hevrûbûneke rasteqîn şert e'
Birayê Serdar Taniş ê li Silopiyayê beriya 24 salan hate windakirin û piştre agahî jê nehate wergirtin Yakûp Taniş got, "Şerekî bê exlaq û nehet hate meşandin. Hevrûbûneke rasteqîn êdî şert e."