Paketa Darazê ya 10'emîn sibe tê nirxandin

Paketa Darazê ya 10'emîn sibe li Civata Giştî ya Meclîsê tê nirxandin.

Paketa Darazê ya 10'emîn a ku bi îmzeya AKP'ê pêşkêşî Meclîsê hate kirin û MHP'ê jî piştgirî da, wê sibe li Civata Giştî ya Meclîsê bê nirxandin. Di hevdîtinên li komîsyonê de partiyên muxalefetê nerazîbûn nîşan dan.

Paket 31'ê Gulanê pêşkêşî Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hate kirin. DEM Partiyê bal kişandibû ser bendewariyên civakê û xwestibû di paketê de cih bigire. AKP û MHP'ê li gel îtirazan jî cih neda daxwazên DEM Partî û partiyên muxalefetê.