'Têkildarî windahiyan hevrûbûneke rasteqîn şert e'
Birayê Serdar Taniş ê li Silopiyayê beriya 24 salan hate windakirin û piştre agahî jê nehate wergirtin Yakûp Taniş got, "Şerekî bê exlaq û nehet hate meşandin. Hevrûbûneke rasteqîn êdî şert e."
Birayê Serdar Taniş ê li Silopiyayê beriya 24 salan hate windakirin û piştre agahî jê nehate wergirtin Yakûp Taniş got, "Şerekî bê exlaq û nehet hate meşandin. Hevrûbûneke rasteqîn êdî şert e."
Bêcezahiştina cînayetên 'kuştinên kiryar nediyar' ên bi destê leşker û cerdevanan hatin kirin, dewam dike. Li gel mikurhatinan jî pêkanîn li ser kesî nehate ferzkirin. Piraniya dosyayên hatin vekirin jî bi beraetê bi encam bûn. Yek ji van dosyayan jî dosya Ebûbekir Denîz û Serdar Taniş ên ji HADEP'ê bû ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê.
Di vê dosyayê de ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye mehkûm kir, kiryarên rastî nehatin dîtin. Birayê Serdar Taniş Yakûp Taniş anî ziman ku li gel dema di ser re derbas bûye jî edalet bi cih nehatiye anîn.
Serokê Navçeya Silopiya ya Şirnexê Serdar Taniş ê HADEP'ê, sala 2001'ê ji aliyê hêzên Tirk ve hate binçavkirin, lê piştre ti agahî jê nehate wergirtin. Birayê Taniş Yakûp Taniş ku Hevserokê Silopiya yê HDP'ê ye ji ANF'ê re axivî.
Taniş got, "Dewlet 50 sal in li hemberî Kurdan şerekî neheq û bê exlaq dimeşîne. Serdar yek ji hezaran mirovan bû ku di vî şerî de bû hedef."
ŞIRNEX LABORATÛWAREKE TERORA DEWLETÊ BÛ
Taniş bal kişand ser atmosfera polîtîk a wê demê û got, "Li Şirnexê hiqûq derbas nedibû. Bi her awayî zext, bêhiqûqî û êşkence li wir dihate ceribandin, piştre jî li tevahiya Kurdistanê dihate belavkirin. Şirnex laboratûwarek bû. Ji bo avakirina rêxistina navçeyê ya HADEP'ê pêwîstî tenê bi 5 kesan hebû, lê belê ji ber zextê nedihate temamkirin. Piştî ku Serdar bû serokê navçeyê, hingî rêxistin hate vekirin. Beriya wê her kesên ku hewl didan vî karî bikin gef li wan dihate xwarin, zext li malbatên wan dihate kirin û îstifa dikirin. Serdar li ber xwe da."
DI NAVA HEFTEYEKÊ DE DESTPÊ KIRIN
Taniş anî ziman ku avahiya partiyê di 18'ê Çileya 2001'ê ji nû ve hate vekirin, lê belê piştî hefteyekê dema ku Serdar Taniş li gel endamê partiyê Eyyup Kaya ji bo vekirina xeta telefonê ya avahiya partiyê ya nû serlêdan kirin, hingî ji aliyê wesayiteke sivîl ve hatin rawestandin û got, "Kesên ji wesayitê peya bûn, ji Serdar re gotin, divê îfadeyê bide. Serdar îtiraz kir û anî ziman ku ew serokê navçeyê ye. Got, 'Eger divê îfadeyê bidim, hingî li gorî ûsilê divê hûn bang bikin'. Wan jî hingî li nava sûkê dev jê berdan, lê belê piştî demeke kurt bi banga ji fermandariya jendermeyan a navçeyê Serdar neçar ma biçe.
NEKARÎ CAREKE DIN JI WIR DERKEVE
Ebûbekir jî got, 'Bi tenê neçe, ez jî bi te re têm'. Ketin wesayita dikandarekî bi navê Omer Sansûr. Li ber deriyê jendermeyan ên navçeyê li du nobedarên ji gundê me rast hatin. Serdar ji wan re got, 'Ez ê îfadeyê bidim, derkevim'. Ev yek bû kêliya dawî ya ku Serdar hate dîtin. Danê êvarê dema ku nehat malê, weke malbat em çûn ber qereqolê. Parêzer ketin dewrê, hevdîtin bi jendermeyan re hate kirin. Lê belê fermandarê jendermeyan got, 'Yekî welê nehat gel me'. Halbûkî şahidên me hebûn. Kesê ku Serdar xist wesayitê, nobedarên li ber deriyê jendermeyan ku silav dan Sedar... Her tişt li holê bûn."
TÊKOŞÎNA JI BO HIQÛQÊ DEWAM KIR
Yakûp Taniş diyar kir ku wan dest ji têkoşîna hiqûqê bernedan û got, "Manşeta rojnamevan Celal Başlangiç a li rojnameya Radîkalê gelekî bi bandor bû. Sernavê 'Van zindî bibînin' pêvajo xist rojeva raya giştî. Me belge komî ser hev kir, şahid derxistin holê. Li gel vê yekê jî dewlet ji nedîtî ve hat. Dosya bi rêya Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Osman Baydemîr û parêzvanê mafên mirovan parêzer Tahîr Elçî radestî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate kirin. Tiştek qewimî ku di dîroka DMME'yê de hatibû dîtin. Hîn rêyên hiqûqî yên navvxweyî neqediya bû, doz tenê di nava 5 saetan de qebûl kir. Tirkiye ji sûcê nemeşandina lêpirsîneke bi bandor hate mehkûmkirin, lê belê li gel vê yekê jî kiryar hînê têne parastin. Ne birayê min derkete holê ne jî yên ku ew winda kirin."
POLÎTÎKAYA BI RÊK Û PÊK A DEWLETÊ BÛ
Taniş anî ziman ku bûyera qewimî ne bûyereke kêmdîtî bû, lê parçeyek ji polîtîkaya bi rêk û pêk a dewletê bû û got, "Windakirina Serdar ne tenê windakirina kesekî bû. Di salên 1990'î de bi hezaran kes hatin windakirin. Di salên 2000'î de gef, êşkence, operasyonên siyasî dewam kirin. Ev yek êrîşeke bi rêk û pêk bû, ji bo gelek tine bê hesibandin. Sûcekî li dijî mirovahiyê bû. Cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li naverastê hate hiştin. Ev yek êrîşa li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Aqlê dewletê êrîş bir ser xwezayê, çandê û extiyarên me. Ev yek şerekî neheq û bê exlaq bû. Divê dewlet êdî rexneyê bide. Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan divê ava bibe. Navê kiryaran bê eşkerekirin. Aştî tenê bi hevrûbûnê dibe. Ne siyaset, divê mirovahî bê axaftin. Ne pêngavên siyasî yên rojane, yên ku gavên mezin diavêjin di dîrokê de têne bîranîn. Dewlet heta ku hesabê rabirdûyê nede, nikare bi pêş ve biçe. Neçar e sekneke welê nîşan bide ku rûmeta mirovan biparêze. Rêyeke din nîne. Her ku di şer de israr kir dewlet riziya."