Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar

Li peravên navçeya Marmarîs a Muglayê ya Behra Spî, bi mezinahiya 5.8 erd hejiya. Li Muglayê kesekê jiyana xwe ji dest da, 69 kes jî birîndar bûn.

ERDHEJ

AFAD’ê diyar kir ku li peravên navçeya Marmarîs a Muglayê bi mezinahiya 5.8 erd hejiya. Di erdheja ku saet 02.17’an de li Behra Spî qewimî, kesekê jiyana xwe ji dest da û 69 kes jî birîndar bûn.

Mezinahiya erdhejê ji aliyê AFAD’Ê ve weke 5,8 hate eşkerekirin, Rasatxaneya Kandîlî mezinahiya erdhejê weke 5,7 ragihand.

Hat ragihandin ku erdhej 10.432 km dûrî Marmarîs a Muglayê ye û kûrahiya wê jî 67.91 km e.

Erdhej; li Antalya, Îzmîr, Aydin, Mugla, Bursa, Kutahya û Denîzliyê hate hîskirin.