ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
KNK: Divê demildest êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên rawestandin
KNK’ê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û bang li hêzên navneteweyî kir rê li ber van êrîşên hovane bigrin. -
Colanî xwe weke serokdewletê Sûriyeyê îlan kir
Serokê HTŞ’ê Ebû Muhammed Colanî xwe weke serokdewletê Sûriyeyê îlan kir. -
52 baroyan bertek nîşanî zextên li ser rojnamevanan da
52 baroyan dan zanîn ku ji 22’yê Çileyê heta niha 15 rojnamevan hatine girtin û gotin: “Gefa darazê ya li ser rojnamevanan ji bo demokrasiya welêt talûkeyeke mezin e.” -
Seda Selek û Serhan Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
Pêşkêşvana Halk Tv’yê Seda Selek û midûrê berpirs ê Halk Tv’yê Sehan Asker ku di çarçoceya lêpirsîna Halk Tv’yê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Girtiyên PKK'yî: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Girtiyên ji doza PKK'ê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd gotin, "Em azadiya fîzîkî û ewlehiya Rêber Apo dixwazin." -
Nerazîbûna li dijî xespa îradeyê
Nerazîbûnên li dijî desteserkirina wezîfeya Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, didomin. -
DEM Partî: Em bang li her kesî dikin; li dijî feraseta darbekar bibin yek
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Sêrtê da û got, "Em bang li her kesî dikin: li dijî vê feraseta darbekar bibin yek." -
Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê li dijî darbekaran berxwedanê mezin bikin
Hevserokên Giştî yên DBP’ê li dijî darbeya qeyûm daxuyanî dan û gotin, “Xesp nîşaneya hilweşîna siyasî jî ye. Em ê li dijî darbekaran berxwedana xwe mezin bikin.” -
Biraziyê Ahmet Turk di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
Biraziyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk Huseyîn Rêber Turk li Mersînê di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. -
'Azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jli Tirkiye û Rojhilata Navîn û aşîtiyeke mayînde rola Rêber Apo xwedî giringiyeke jiyanî ye û azadiya Rêber Apo dê tevkariyên giring li vê pêvajoyê bike. -
Qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hate kirin
Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê hate xespkirin. -
Firat: Ji aliyekî ve banga aştiyê dikin, li aliyê din jî bombeyan li qadên sivîl dibarînin
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku desthilatdarî ji aliyekî ve banga 'aştiyê' dike, li aliyê din jî komkujiyan tîne serê sivîlan. -
ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di lêpirsîna Halk Tv'yê de 3 rojnamevan hatin binçavkirin
Rojnamevan Bariş Pehlivan, midûrê berpirs ê Halk TV Serhan Asker û pêşkêşvana Halk TV Seda Selek di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin -
Şaredarê 8’an ê Romayê piştî ji Rojava vegeriya li Stenbolê hate binçavkirin
Şaredarê 8’an ê Romayê Amadeo Ciaccheri piştî ji pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Kobanê vegeriya li Stenbolê hate binçavkirin. Ciaccheri piştî rayedarên Îtalyayê ketin dewrê hate berdan. -
Komkujiya Roboskî: 13 sal derbas bûn, hîna edalet pêk nehatiye
157 meh li ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn. Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet car din xwest faîl bên cezakirin. -
Tulay Hatîmogûllari qala detayên hevdîtina li Îmraliyê kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Rêber Apo gotiye, "Mijûlkirin û meşandina polîtîkaya li bendê bimîne-bibîne, wê bibe nebaşiya herî mezin ku li gelên Tirkiyeyê bê kirin." -
Ji FEDA û DAKB'ê di meha Xizirê de banga piştevanî û yekîtiyê
FEDA Û DAKB'ê bi wesîleya meha Xizir peyamek weşandin û ji bo piştevanî û yekîtiyê bang kirin. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê parlament bi rola xwe rabe
Tûncer Bakirhan têkildarî nîqaşên li ser çareseriyê got, "Divê desthilatdarî gavê biavêje." Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku divê parlament bi rola xwe rabe û partiyên muxalefetê bibin parçeyekî ji pêvajoyê." -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo careke din serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Zêdeyî 6 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Sêrtê hate birîn
Dadgeriya Tirk di dozekê de zêdeyî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş birî. -
ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2025
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bayindir: Em ê pêvajoyê ji bextê desthilatdariyê re nehêlin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişad ser girîngiya pêvajoyê û diyar ku divê êdî her kes di mijara çareseriya pirsgirêkên bingehîn de berpirsiyan bigire û înîsiyatîfên xwe pêş bixe. -
Êrîşên li ser Tişrînê li Moskowayê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û sivîlan protesto kirin.