52 baroyan bertek nîşanî zextên li ser rojnamevanan da
52 baroyan dan zanîn ku ji 22’yê Çileyê heta niha 15 rojnamevan hatine girtin û gotin: “Gefa darazê ya li ser rojnamevanan ji bo demokrasiya welêt talûkeyeke mezin e.”
52 baroyan dan zanîn ku ji 22’yê Çileyê heta niha 15 rojnamevan hatine girtin û gotin: “Gefa darazê ya li ser rojnamevanan ji bo demokrasiya welêt talûkeyeke mezin e.”
52 baroyan ku di nav de baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî hene bi daxuyaniyekê hevpar zexta li ser rojnamevanan şermezar kirin. Baroyan di daxuyaniya xwe de dan zanîn ku ji 22’yê Çileyê heya niha 15 rojnamevan hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zexta darazê ya li ser rojnamevanan ji bo demokrasiya welêt talûkeyeke mezin e û hate xwestin ku dawî li van polîtîkayan were.
Naveroka daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:
“Li Tirkiyeyê ji 22’yê Çileyê ve 15 rojnamevan hatine girtin. Her wiha sê rojnamevanên Halk Tv’yê jî hatin binçavkirin.
Xala 26’emîn a Qanûna Bingehîn, azadiya fikr û ragihandinê misoger dike. Xala 19’emîn a Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî û Medenî ya Nateweyên Yekbûyî û xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê mafê azadiya îfadeyê misoger dike ku li gorî van xalan mafê her kesî heye ku bi awayekî azad her cure bûyer û fikrê lêkolîn bike û ragihîne.
Divê tu caran neyê jibîrkirin ku bi rêya çapemeniyê raya giştî tê agahdarkirin. Ji ber vê yekê jî zexta darazê ya li ser rojnamevanan, binçavkirin û girtina wan ji bo demokrasiya welêt talûkeyeke pir mezin e.
Di van demên dawîn de bi lêpirsînên hatine destpêkirin û girtin û binçavkirina rojnamevanan xala 19’emîn a Qanûna Bingehîn û Rêgezên Darizandina Cezayî tên binpêkirin. Em weke baroyên ku li jêrê navê wan hatiye danîn; dixwazin dawî li binpêkirinên li dijî mafên rojnamevanên hatine girtin û di bin çavan de ne were û bang dikin ku tavilê werin berdan.”