Seda Selek û Serhan Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
Pêşkêşvana Halk Tv’yê Seda Selek û midûrê berpirs ê Halk Tv’yê Sehan Asker ku di çarçoceya lêpirsîna Halk Tv’yê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Pêşkêşvana Halk Tv’yê Seda Selek û midûrê berpirs ê Halk Tv’yê Sehan Asker ku di çarçoceya lêpirsîna Halk Tv’yê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Rojnamevan Bariş Pehlîvan têkildarî Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû kesekî ‘pispor’ girêdabû weşana Halk Tv’yê û ji ber vê yekê lêpirsîn hate destpêkirin û ji Halk TV’yê hin kes hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina Pehlîvan, pêşkêşvana Halk Tv’yê Seda Selek û midûrê berpirs ê Halk Tv’yê Sehan Asker jî hatin binçavkirin.
Pehlîvan duh li bînaya Halk Tv’yê a li Stenbolê hate binçavkirin û Seda Selek li Stenbolê û Serhan Asker jî li Enqereyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin.
Pîştî kiryarên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê îfadeya kesên binçavkirî hate standin û vê sibehê ji edliyeyê re hatin sewqkirin.
Bariş Pehlîvan di îfadeya xwe ya dozgeriyê de diyar kir ku wî bi refleksa rojnamevaniyê kesê ‘pispor’ girêdaye weşanê. Herweha Pehlîvan anî ziman ku wî di çarçoveya rojnamevantiyê de ev hevdîtin pêk anîye û ew van îthaman qebûl nake.
Pêşkêşvan Seda Selekê jî da zanîn ku haya wê ji qeyda roportajê û weşanê tunebûye û got: ‘’Armanceke min a weke bandorkirina li kesê ‘pispor’ tunebû.’’
Midûrê Berpirs ê Halk TV’yê Serhan Asker jî di îfadeya xwe de sûcdarkirinên li hemberî wî red kirine daye zanîn ku wî bes karê xwe kiriye.
Piştî lêpirsîna dozgeriyê Serhan Asker û Seda Selek bi şertê kontrola edlî hatin berdan û qedexeya derketina derveyî welat li wan hate birîn.
Her wiha Bariş Pehlîvan jî hê di bin çavan de ye.