ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re pêk hat wê bêne şopandin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn û aştiyeke mayinde rola Rêber Apo gelekî girîng e û got, azadiya Rêber Apo wê tevkariyeke girîng li vê pêvajoyê bike.

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku desthilatdarî ji aliyekî ve banga 'aştiyê' dike, li aliyê din jî komkujiyan tîne serê sivîlan.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

Serokê Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan got, bi karên madenê hewl tê dayin ku Kurdistan ji mirovan bê xalîkirin û destnîşan kir ku divê kes li hemberî vê bêdeng nemîne.

Rêya navçeya Mukus a bi Wanê re ku qeyûm lê hatiye danîn, bi hinceta 'aşût'ê hatiye girtin. Rêya Xîzanê ku rêya alternatîf e bi gotina 'nabe ku rêwîtiya navbera bajaran lê bê kirin' hate qedexekirin. Ji ber vê jî xelkê Mukusê li navçeyê asê ma.

Li dijî planên Mîsakî Mîlî yên Erdogan, Kurd bi gelên herêmê li ber xwe dide. Erdogan bi dagirkirina beşeke mezin ji xaka Sûriye û Iraqê re dixwaze şerekî bê dawî bide destpêkirin. Nivîsa Argeş Viyan.