Colanî xwe weke serokdewletê Sûriyeyê îlan kir
Serokê HTŞ’ê Ebû Muhammed Colanî xwe weke serokdewletê Sûriyeyê îlan kir.
Serokê HTŞ’ê Ebû Muhammed Colanî xwe weke serokdewletê Sûriyeyê îlan kir.
Serokê Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) Ebû Muhammed Colanî ku piştî hilweşîna Beşar Esad li paytext Şamê rêveberiya xwe ava kiribû, xwe weke serokdewletê Sûriyeyê îlan kir.
Tayînkirina Colanî ya ji bo serokatiya Sûriyeyê piştî civîna serokên HTŞ’ê ya roja Çarşemê hat û ji aliyê berdevkê leşkerî ve hate ragihandin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) bi beşdarbûna Colanî, Wezîrê Karûbarên Derve Esad Hasan Şeybanî û nûnerên leşkerî “Konferansa Serkeftinê” hatiye lidarxistin. Piştî konferansa navborî Berdevkê Îdareya Operasyonên Leşkerî Albay Hasan Abdulganî encamname xwend.
Abdulganî di encamnameyê de diyar kir ku wan Colanî weke serokê dewletê îlan kiriye û dê Colanî di platformên navneteweyî de nûnertiya Sûriyeyê bike. Her wiha Abdulganî da zanîn ku wan qanûna bingehîn a sala 2012’yan betal kiriye û wan artêş, yekîneyên ewlehiyê û parlamentoya girêdayî hikûmeta Esad jî betal kiriye.