Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir beşdarî civîna piştgiriyê ku ji aliyê Rêxistina Bajêr a Hatayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatî lidarxistin, bû. Civîn li Îskenderûnê hate lidarxistin û partiyên siyasî û nûnerên sendîkayên bajêr û gelek kes beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Giştî ê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di civînê de axivî. Bayindir diyar kir ku zîhniyeta ku xwe dispêre yekparêziyê nikare pêşeroja Sûriyeyê diyar bike û got: “Em di serdemeke dîrokî re derbas dibin ku îro li Sûriyeyê geşadanên nû rû didin. Ev geşedanên li Sûrîyeyê hemû gelên Rojhilata Navîn, gelên bindest ên li seranserê cîhanê û gelên ji bo azadiyê têdikoşin eleqedar dike. Ev zîhniyeta mezhebparêz û nijadperest nikare pêşeroja Sûriyeyê diyar bike û divê diyar neke jî. Divê pêşeroja Sûriyeyê ji aliyê gel, bawerî û civakên li Sûriyeyê dijîn ve bê diyarkirin.”
‘SERDEMA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN’
Bayındır da zanîn ku divê êdî pirsgirêkên heyî werin çareserkirin û wiha pê de çû: “Îro li Tirkiyeyê desthilatdariyeke zordest û xwe dispêre polîtîkayên yekparêziyê heye. Îro li Tirkiyeyê bi dehan gel, mezheb û ziman pêkve dijîn û dixwazin vê pêkvejiyanê di rêveberî, siyaset, polîtîkayê û pêşeroja Tirkiyeyê ya azad de jî nîşan bidin. Gel ji bo azadiya xwe û jiyaneke azad û demokratîk bi hev re têdikoşin. Dîroka vê têkoşînê gihand astekê. Her weha hê jî li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin hene. Em dibêjin ku em di wê serdemê de ne ku divê êdî ev pirsgirêk werin çareserkirin. Lê belê dewlet û desthilatdarî tim zextê, binçavkirinê, girtinê û tundiyê li ser me û têkoşîna me ya ji bo azadî û demokrasiyê ferz dike.”
NABE KU ÇARESERÎ JI BEXTÊ DESTHILATDARIYÊ RE BÊ HIŞTIN
Bayindir bal kişand ser pêvajoya heyî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “A niha têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş hene. Çareseriya pirsgirêka Kur di heman demê de tê wateya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Nabe ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ne, ji bextê desthilatdariyê re were hiştin. Ji ber wê yekê di serî de pirsgirêka Kurd, divê êdî her kes di mijara çareseriya pirsgirêkên bingehîn de berpirsiyan bigire û înîsiyatîfên xwe pêş bixe.”
Bayindir herî dawiyê jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.