Ji FEDA û DAKB'ê di meha Xizirê de banga piştevanî û yekîtiyê

FEDA Û DAKB'ê bi wesîleya meha Xizir peyamek weşandin û ji bo piştevanî û yekîtiyê bang kirin.

PEYAMA JI BO MEHA XIZIR

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bi wesîleya meha Xizir peyamek weşandin.

Di peyamê de hate gotin, "Gelên ji baweriyên cuda yên Mezopotamya û Anatoliyê weateyeke cuda li meha Sibatê meha Xizir dikin. Di meha Xizir de Pîr serdana civatan dikin, Cem tê gerandin."

Di peyamê de hate gotin, "Di Cem a Xizir de Elewî pirsgirêkên siyasî, civakî, çandî, bawerî, madî-manewî bêyî ku hewcedarî hiqûqa sîstema dewletê bibin, parve dikin, piştevaniya hev dikin û li gorî pîvanên exlaqî yên civakê çareser dikin. Canên ku di meha Sibatê de ji bo Xizir sê rojan rojiyê digirin, heta ku jê tê xwe ji nebaşiyê vedigirin û ji xwe re dikin esas ku bibin xwedî dil û exlaqeke pak."

Di peyamê de hate gotin, "Xizir ne tirs û cezakirin, lê pîrozmendiya aştî, parvekirin û hevkariyê ye.