Komkujiya Roboskî: 13 sal derbas bûn, hîna edalet pêk nehatiye
157 meh li ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn. Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet car din xwest faîl bên cezakirin.
157 meh li ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn. Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet car din xwest faîl bên cezakirin.
Artêşa Tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboski yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê welatî bombebaran kir. Di bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 welatî hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 157 meh derbas bûn. Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet ku her mehê di roja 28’emîn de ji bo kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin bîranînê lidar dixe, li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila kujer bên dîtin û Roboskî êdî tu caran” hate hilgirtin.
Endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Sevîl Turgut di daxuyaniyê de got ku 157 meh in ji bo edaletê têdikoşin. Sevîl Turgut, diyar kir ku komkujî ne bi xeletî lê bi zanebûn û bi dilxwazî hatiye kirin. Sevîl Turgut, wiha domand: “Roboskê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
Sevîl Turgut, anî ziman ku bi ser komkujiyê re 13 sal derbas bûne lê hêj jî edalet pêk nehatiye û axaftina xwe wiha qedande: “Ev yek, ji hêla hiqûq û mirovahiyê ve şermekî mezin e. Em dikarin xwe ji vê rewşa şer û nefretê ku ev 100 sal in didome rizgar bikin. Tenê li cihê ku edalet heye, necezakirin tune ye dikare qala mafên mirovan were kirin. Li dijî tundiya dewlet û îktîdarê, heta roja ji bo hemû komkujiyan edalet pêk tê, em ê di roja 28’ê ya her mehê Komkujiya Roboskiyê bi bîr bixin û bixwazin ku rêveber bi vê komkujiyê re hevrû bibin.”