Girtiyên PKK'yî: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Girtiyên ji doza PKK'ê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd gotin, "Em azadiya fîzîkî û ewlehiya Rêber Apo dixwazin."
Girtiyên ji doza PKK'ê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd gotin, "Em azadiya fîzîkî û ewlehiya Rêber Apo dixwazin."
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1'emîn a Tekîrdagê têkildarî nîqaşên li ser 'pêvajoya nû' peyamek şandin. Di peyamê de hate ragihandin ku hêzên hegemonîk ên Modernîteya Kapîtalîst Rojhilata Navîn veguherandiye qada qiyametê û hate gotin, "Destwerdanên ji Fîlîstîn û Kurdistanê destpê kirin li Iraq, Efganistan, Lîbya, Lubnan, Sûriye û Îranê dewam dikin, ev welat veguherîne enqazê."
Di peyamê de hate destnîşankirin ku di demeke bi vî rengî ya dîrokî de pêwîstî herî zêde bi tifaqa Mezopotamya û Anatoliyê heye, yê ku karibe vê bike jî Rêber Apo ye û hate gotin, "Manîdar e ku Rêber Apo hîn jî li girava Îmraliyê tecrîdkirî ye. Eger ev tecrîd dewam bike, ev yek wê bibe nebaşiya herî mezin li gelê me."
Di nameyê de hate xwestin ku şert û mercên kar, ewlehî û azadiyê yên Rêber Apo bêne afirandin û hate gotin, "Em dixwazin ku dewlet û hikumet di vê mijarê de bêyî dereng bimîne bi wêrekî tevbigere, berpirsyariya xwe bi cih bîne, tecrîdê bi temamî rake û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne."