DEM Partî: Em bang li her kesî dikin; li dijî feraseta darbekar bibin yek
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Sêrtê da û got, "Em bang li her kesî dikin: li dijî vê feraseta darbekar bibin yek."
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Sêrtê da û got, "Em bang li her kesî dikin: li dijî vê feraseta darbekar bibin yek."
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê têkildarî desteserkirina Şaredariya Sêrtê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku desthilatdariya AKP’ê Şaredariya Sêrtê desteser kiriye û di êrişên xwe yên li dijî îradeya gel de israr dike.
Rêveberiya DEM Partiyê bi domdarî got, desthilatdarî êdî tayînkirina qeyûman veguherandiye hînbûnekê û wiha domand: “Li hevşaredara me ya Sêrtê Sofya Alagaş bi awayekî nehiqûqî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û di saetên serê sibehê de jî şaredarî bi derbeya qeyûm hate xespkirin. Wekî di derbeyên qeyûm ên berê de, vêcarê jî Şaredariya Sêrtê hate dorpêçkirin û nehiştin gel û hilbijartî bikevin avahiya şaredariyê.
Weke me berê jî gotibû, heke pêşiya vê zîhniyeta derbekar neyê girtin, dê tenê bi erdnîgariya Kurdan bisînor nemînin. Mixabin hişyariyên me rast derketin. Êdî derbeyên qeyûm bûn taybetiyeke rejîma heyî.” DEM Partiyê tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Esenyurt û Pulurê yên CHP’î jî bi bîr xist û got ku hemû şaredariyên muxalîf di dorpêça daraza desthilatdariyê de ne.
DEM Partiyê destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide rejîma qeyûm mayinde bike û mafê bijartin û hilbijartinê yê 85 milyon kesan xesp bike. Daxuyanî wiha qediya: “Ev rejîm, bi derbeya qeyûm re rewatiya xwe winda dike. Eleqeya vê mijarê bi hiqûq, daraz û qanûnan nîne. Mesele ew e ku şaredariyên nekarî bi rêya hilbijartinê bi dest bixe, bi rêya qeyûm xesp dike. Bila îktîdar nebêje ku em û gelê Kurd hînî derbeya qeyûm dibe. Em ê li her derê îradeya gel biparêzin. Mîna salên 2016, 2019 û 2024’ê em ê dîsa bersivê bidin xespan û derbeyan. Yek bi yek em bangî her kesî dikin; li dijî vê zîhniyeta derbekar em bi hev re bisekinin û çi dibe bila bibe em bi hev re têkoşîna demokrasiyê bimeşînin."