Zêdeyî 6 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Sêrtê hate birîn

Dadgeriya Tirk di dozekê de zêdeyî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş birî.

Li dijî Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş, ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' doz hatibû destpêkirin.

Rûniştina 7'emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê hate dîtin.

Sofya Alagaş beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên wê Resûl Tamûr û Pîrozhan Karali Guler beşdarî rûniştinê bûn.

Beriya rûniştina dozê zêdebûna polîsan a li ber edliyeyê bal kişand. Heyeta dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Sofya Alagaş birî.