KNK: Divê demildest êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên rawestandin

KNK’ê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û bang li hêzên navneteweyî kir rê li ber van êrîşên hovane bigrin.

Komîteya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe daxuyanî da û bang li hêzên koalîsyonê yên li herêmê, Neteweyên Yekbûyî, DYE û civaka navneteweyî kir ku bertek nîşan bidin û demildest berpirsyariyê bigrin.

Di daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin: “Ji roja ewil a destpêka bûyerên li Sûriyeyê ve dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wî, êrîşî herêmên di bin kontrola QSD’ê de kir. Armanca dewleta Tirk dagirkirina temamiya Bakur û Rojhilatê Sûriye, Rojava û tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e. Dewleta Tirk li gel êrîşên xwe destwerdanê tevahiya Sûriyeyê dike û hewl dide li tevahiya herêmê serweriya xwe çêbike.

BÊDENGIYA CIVATA NAVNETEWEYÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Tirkiye hemû hêza xwe ya leşkerî, siyasî û dîplomatîk seferber kiriye. Bi hezaran leşker li herêmê bi cih kiriye, bi her curê çek, balafir, SÎHA, ÎHA, tank û topan êrîşî gelê Kurd dike û sivîlan dike hedef. Li gorî ragihandina QSD’ê di hefteyên dawî de 38 sivîlên ku zarok, jin, rojnamevan û hunermend jî di nav de ne hatine qetilkriin. Herî dawî balafirên şer êrîşî navenda Sirînê kirin û 13 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl birîndar bûn. Di heman saetan de êrîşî bajarokê Zirganê kirin û gelek sivîl hatin qetilkirin.

Dewleta dagirker bi êrîşên xwe hemû qanûn û peymanên navdewletî yên li dijî mirovahîyê binpê dike û şerê xwe li herêmê berfirehtir dike. Dema Bendava Tişrîne û Pira Qereqozaxê hedef digrin, êrîşên xwe li tevahiya herêma Bakûr û Rojhilatê Suriye û Rojavayê Kurdistanê didomîne. Cîhan, Koalisyona Navdewletî, Netewên Yekbûyî li hemberî van êrîşên dewleta dagirker û çeteyên wî bêdeng dimîne û tu helwesta pêwîst nîşan nade. Bêdengiya wan cîhê şermezariyê ye û li dijî mirovahiyê ye.

DIVÊ KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ DEMILDEST RÊ LI BER ÊRÎŞÊN HOVANE BIGRE

Pêwîste Koalisyona Navdewletî zanibe, eger mebest û misyona wê li dijî terora DAÎŞ’ê şer kirin e, ev komên ku di bin kontrol û hevkarîya dewleta Tirk de li dijî hêzên QSD û Kurdan şer dikin xudan heman zihniyeta DAÎŞ’ê û cîhadîstan e. Hebûna van çeteyan metirsiyê li ser ewlekariye herêmê çêdike, heman gef li ser ewlekarîya cîhanê jî dike. Lewra ev erka Koalisyona Navneteweyî ye ku demildest bi erka xwe rabe û pêşî li van erîşên hovane bigre.

Gelê Kurd û hevalbendên xwe weke hemû deman li dijî van hêzên çete û terorîst li berxwe daye û şer kiriye, wê di vê demê de jî bi heman îrade û baweriyê li dijî van hêzan şer bike. Tu guman nîne ku ev îrade wê bi ser bikeve. Bi hezaran jin, ciwan û xelkê herêmê weke mertalên zindî li Bendava Tişrînê ne û diparêzin.

Hêviyên xelkê herêmê ew e ku hêzên Koalisyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û cîhana medenî demildest dawî li vê bêdengiyê bîne û bi erka xwe ya sereke rabe da ku pêşî li êrîşên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê bigre.

Ya herî girîng ew e ku gelê Kurd û dostên wan bi îradeyeke xurt û bi ruhê seferberiyê li hebûna xwe xwedî derkeve û piştgirîya hêza xwe QSD’ê bike.”