ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2025

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin wê bêne şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku heta şert û mercên ewlekarî, tenduristî, jiyana azad û kar ên Rêber Apo neyên afirandin wê nikaribe bi rola xwe rabe û got, di vê mijarê de divê gav bê avêtin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Serhad Reqa yê QSD'yî anî ziman ku Berxwedana Bendava Tişrînê dîrokî ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê nikarin li hember îradeya şervanên QSD'ê bisekinin.

Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sembola sekna berxwedanê, têkoşîna gel û şerê gel ê şoreşgerî ya ji bo parastina destketiyên stratejîk li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk e.

Ji rojnamevanên ku berxwedana li Bendava Tişrînê dişopînin Ciwana Cuma got, "Gelek heye ku temsîliyet red kiriye û berê xwe li serketinê ye. Bi gotina 'Em ji mirinê mezintir in' helwestekê nîşan dide."

Neteweyên Yekbûyî êrîşên li dijî sivîlan, hilweşandina hawirdor, nexweşxane, dibistan, navendên enerjiyê û çavkaniyên avê weke sûcê şer pênase dike, lê belê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker mekanîzmaya şopandinê naxe nava liv û tevgerê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Fermandar Reşîd Serdar ku xeyala xwe ya herî mezin ew bû ku paşerojeke azad ji zarokên li Kurdistanê re bihêle, ne şoreşgerekî ji rêzê bû, ew fermandarekî doza gelê xwe bû. Nivîsa Têkoşîn Devrîm.