KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî mala serokê bajarokê Sêgirkê yê DEM Partiyê êrîş pêk hat
Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilêban ya Şirnexê, li dijî mala Serokê DEM Partiyê Feysel Babat êrîşek pêk hat. -
'Di 8'ê Sibatê de li Amedê em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê'
Li Amedê deklarasyona mîtînga 'Azadî ji bo aştiyê' hate eşkerekirin. Di deklarasyonê de bang hate kirin û hate gotin, "Di 8'ê Sibatê de li Qada Stasyonê em dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê." -
Şivan Hesekê: Çavkaniya berxwedana me ji sekna Îmraliyê ye
Gerîlayê Ereb Şivan Hesekê got, “Fikrên Rêber Apo dîrokî ne û em li ser wî esasî bi pêş dikevin. Ji ber neteweya demokratîk ji bo hemû gelan e, bi tevlîbûna gelan pêşketinên girîng çêdibin.” -
Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker weşand. Di çalakiyan de 3 konteynir, radarek û 2 kon hatin îmhakirin. -
Derbeya qeyûm hate protestokirin
Li dijî derbeya qeyûm a li ser Şaredariya Sêrtê, meş hate lidarxistin. Di çalakiyê de peyama “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate dayîn. -
Civînên gel ên DEM Partiyê didomin
DEM Partiyê li gelek bajaran “Çalakiyên ji bo aştiya civakî û azadiyê” lidar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel got, “Gelê Kurd ji 7 heta 70 salî ji Birêz Ocalan bawer dike.” -
HPG: Çalakiyên li Gabarê ji aliyê Yekîneya Şehîd Dogan Zinar ve hatin kirin
HPG: Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar li dijî barageha Tabûra Seslîce ya li TRT Gabarê ya girêdayî Şirnexê û hin bîrên petrolê, bi balafiran 4 caran bi armanca hişyariyê êrîş kirin. -
Ji Perspektîfa Rêber Apo welatparêzî û Şerê Gel ê Şoreşgerî
Di perspektîfa Rêber Apo de welatparêzî, ketiye nava têkoşîna gelan a ji bo azadiyê, sekna zanedar û çalakiyan esas digire. -
Li Sêrtê meş: Azadî wê ji Îmraliyê belavî Sêrtê bibe
Li Sêrtê li dijî derbeya qeyûm meş hate kirin. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Çawa ku berxwedan ji Îmraliyê heta Sêrtê didome, dê azadiya li Îmraliyê pêk bê jî li Sêrtê belav bibe.” -
HPG’ê bîlançoya şer a meha Çileyê eşkere kir
HPG’ê bîlançoya şer a Çileyê eşkere kir û got, “Di zivistanê de bi taktîkên cuda 13 caran ji hewayê, 50 caran ji bejahî ve bi giştî 63 caran gerîlayan çalakî lidar xistin.” Dewleta Tirk jî êrîşên xwe yên bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî domandin. -
Ûyar: Zextên li girtîgehan zêde bûn
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn banga rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Sabrî Ok: Ger di înkarê de israr bikin wê bi heman encamê re rû bi rû bimînin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku ger AKP di zîhniyeta înkarê de israr bike wê bi heman armancê re rû bi rû bimîne û got: “Ger AKP weke 2013’an nêzîk bibe wê dewleta Tirk gavekê jî pêşve neçe.” -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dev ji sepandinên faşîst berdin!
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di çalakiya li Sêrtê de axivî û got: “Ger bi rastî hûn bi niyeta baş bin, hûn çareserî û aştiyê dixwazin, dev ji sepanên dijdemokratîk û faşîst berdin. Hûn ê vîna gelê Kurd nas bikin û destên xwe ji vîn -
Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!
Xelkê Sêrtê li dijî desteserkirina şaredariyê meşiya û diyar kir ku wê bi berxwedanê bi ser bikeve. -
Parêzvanên maf banga berdana Epozdemîr kirin
Baroya Amedê, şaxên OHD û ÎHD’ê yên Amedê xwestin parêzer Firat Epozdemîr ê ku di 23’yê Çileyê de piştî hat binçavkirin hat girtin, bê berdan. -
Ji gerîlayên YJA Starê li Zap û Metînayê çalakî
Gerîlayên YJA Starê li Zap û Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakî kirin -
Xelkê Sêrtê desteserkirina îradeyê qebûl nake
Xelkê Sêrtê diyar kir ku ew tayînkirina qeyûm qebûl nake û wê berxwedana xwe ya li dijî desteserkirina îradeyê dewam bikin. -
Şaredariya Mûşê mûçeyên kedkaran ji sedî 60 zêde kir
Şaredariya Mûşê ya DEM Partiyê ji bo zêdekirina mûçeyên kedkarên şaredariyê bi DİSK/GENEL ÎŞ’ê re hevpeyman îmze kir û mûçeyên kedkaran ji sedî 60 hate zêdekirin. -
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê banga rawestandina êrîşên Tirkiyeyê kir
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî protesto kir û êrîş bên rawestandin. -
Dewleta Tirk gundekî li sînorê Zaxoyê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şilîni ya li sînorê Zaxoyê bombebaran kir Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de malek hatiye hilweşandin. -
Li Sêrtê ji bo çalakiya nobedê bang hate kirin
Li hemberî desteserkirina Şaredariya Sêrtê li bajêr meşên protestoyî tên lidarxistin û ji bo çalakiya nobedê ya ku wê sibehî were lidarxistin, bang hate kirin. -
Baroya Wanê û OHD'yê, girtina Firat Epozdemîr protesto kir
Baroya Wanê û Şaxa Wanê ya OHD'yê girtina endamê Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr li pêşiya dadgeha Wanê bi daxuyaniyekê protesto kir. -
Gelê Sêrtê qeyûm şermezar dike
Çalakiya Nobedê ya li Sêrtê ku li dijî desteserkirina şaredariyê destpê kir, di roja duuyemîn de ye. Li gel dorpêça polîsan jî çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya şaredariyê dewam dike. -
Li Dihokê, ji ber parvekirina Facebookê cezayê girtîgehê li rojnamegerekî birîn
Dadgeha bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber parvekirina Facebookê cezayê girtîgehê li rojnamegerê bi navê Umêd Beroşkî birî. -
'Cihê dayikan ne zindan e, dayik aştiyê dixwazin'
Hanife Aslan a 82 salî ku li gel temen û nexweşiyan jî 3 salan li girtîgehê hate hiştin û hefteya derbasbûyî hate berdan, got "Cihê dayikan zindan nîne, dayik aştiyê dixwazin."