KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Rojhilat bi pileya 5,1 erd hejiya
Li bajarê Qesrî Şirîn a girêdayî eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5,1 erd hejiya. -
Têketin û derketina 11 herêmên Şirnexê hatin qedexekirin
Dewleta Tirk têketin û derketina 11 herêmên Şirnexê ku di nav de çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê jî hene 15 rojan qedexe kir. -
Dewleta Tirk bombe li wesayita pêşmergeyan barand
Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bombe li wesayiteke hêzên pêşmergeyan barand. -
Bayindir: Çareserî bi naskirina statuya Rojava dibe
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna ku kampanyaya “Ji Rojava re statu, ji gelan re azadî” lê hatî destpêkirin de axivî û got, “Çareseriya pirsgirêka Kurd, bi naskirina statuya Rojava dibe.” -
Hisên Hecî: Iraq deriyekî bigire wê Êzidî 10 deriyan vekin
Hisên Hecî got: "Hin hêz û alî ku bersûcên fermana li ser Êzidiyan e, naxwazin doza qirkirina Êzidiyan bimeşe. Wê gelê Şengalê jî şerê hiqûqî bimeşîne. Ew deriyekî bigirin em ê deh deriyan vekin." -
Rêveberiya Xweser a Şengalê salvgera 10’mîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi peyamekî salvegera 10’mîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û got: “Li Kobanê tola Şengalê jî hate hilandin û serketina wê rê li ber rizgarkirina Şengalê vekir.” -
Li Amedê ji bo naskirina statuya Rojava kampanya îmzeyan destpê kir
Bi sedan partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê "Statu ji Rojava re, azadî ji gelan re" dest bi kampanya îmzeyan kirin. -
'Şengal nimûneya jiyana demokratîk e'
Endama TAJÊ Rîham Hesen bal kişand ser dek û dolabên li ser Şengalê têne gerandin û destnîşan kir ku pêwîstiya civaka wan bi tiştên madî nîne, ya ji wan re pêwîst, xwedîderketina li mafê xwe ye. -
Li Silêmaniyeyê civîna li ser 'Paşeroja Rojava'
Siyasetmendar, rewşenbîr û aktîvîstên civakî yên sivîl ku bi pêşengiya PYD'ê li Silêmaniyeyê li hev civiyan, paşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin û encamên civînê jî bi encamnayekê eşkere kirin. -
Taniş û Denîz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin bîranîn
Serokê HADEP’ê yê navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekir Denîz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin bîranîn. -
Aqûbeta Ebûbekîr Denîz, Serdar Taniş û Mehmet Zekî Dogan hat pirsîn
Di çalakiyên IHD’yê yên li Amed, Êlih û Batmanê de aqûbeta Ebûbekîr Denîz, Serdar Taniş û Mehmet Zekî Dogan hat pirsîn. -
TAJÊ: Ev her du yasa wê rê li ber komkojî û fermanên nû veke
TAJÊ, nerazîbûn nîşanî erêkirina Yasaya Rewşa Kesî û biryara Efûya Giştî da û banga xurtkirina têkoşîna hevpar li tevahiya jinan kir. -
Bi nirxandinên Rêber Apo nirxê cewherî yê gelekî: Şehîd
Rêber Apo dibêje, "Di dîroka partiyê de em xwedî lîsteyeke şehîdan e ku hem demdirêj e hem jî di asteke bilind de ye ku zêde dibe. Em pênaseyeke bi vî rengî dikin; divê mirov bîranîna kesayetan bi rêxistin bikin û veguherînin tevgera gel." -
Yek ji lehengên gel: Herekol Botan
Ew yek ji gerîlayên lehengê gelê xwe bû. Wî Apoyiya rast a ku di şert û mercên herî dijwar ên şer de vîna mirov dikare ji bo azadiyê çi bike nîşan da. -
Sozdar Avesta: Eger ew dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê gav bavêjin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî nexşerêyekê ye, lê dewlet ne zelal e û got, “Eger dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê gav bavêjin û hîn cidîtir nêz bibin.” -
Xelkê Êlihê êrîşên li dijî Tişrinê protesto kir
Li Êlihê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Tişrînê û qetilkirina sivîlan hate protestokirin. -
Di meşa Nisêbînê de pêyama Rêber Apo hat silavkirin
Bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Nisêbînê meşiyan. Di meşê de peyamên çareseriyê yên Rêber Apo hat silavkirin û gotin, “Em hem ji têkoşînê û hem jî ji aştiyê re amade ne.” -
MXDŞ: Biryara Efûya Giştî xiyaneta li xwîna qurbaniyan e
Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber biryara Efûya Giştî ya Parlamenta Iraqê rabû ku metirsî heye DAÎŞ'iyên girtî bêne berdan û destnîşan kir ku ev biryar xiyaneta li xwîna qurbaniyên fermanê ye. -
Ji bo Dûrdû yê ji aliyê leşkerê Tirk ve hate qetilkirin, serî li Baroya Wanê hate dayin
Malbata Seyîthan Dûrdû ku li navçeya Serav a Wanê ji aliyê leşkerê Tirk ve hate qetilkirin, serî li Baroya Wanê hate dayin. -
Dayikên ku li ser sînorê Kobanê di nobedê de ne: Divê her kes xwedî li Rojava derkeve
Dayikên ku li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê li Pirsûsê di nobedê de ne, bang li her kesî kirin ku xwedî li Rojava derkevin. -
'Divê her kes berê xwe bide Rojava'
Li Rihayê bi çalakiyekê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Divê her kes berê xwe bide Rojava." -
Jinên li Mêrdînê ji bo Tişrînê meşiyan
Li Mêrdînê bi pêşengiya jinan ji bo şermezarkirina êrîşên qirkerî û komkujiya li Tişrînê meşek hate lidarxistin. Di meşê de berxwedana Tişrînê hate silavkirin. -
Girtina rojnamegeran hat protestokirin
Rojnamegeran li Dêrsimê binçavkirina hevakrên xwe protesto kirin û gotin "Em ê berdewam bibin dengê rojnamegerên dîlgirtî." -
Gerîla ji erd û ezmên lê xist
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewa û bejahî ve gelek caran li artêşa Tirk a dagirker xistin. -
HPG'ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku bi pêşengiya şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin."