KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin'
Gerîlaya YJA Starê Viyan Şaho komploya 15'ê Sibatê şermezarkir û got, "Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin û ti carî vê komployê qebûl nekin." -
Hûn: Komploya Navneteweyî negihîşt armanca xwe
Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn anî ziman ku komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe, fikrê Rêber Apo li cîhanê belav bû û ji gelan re bû çavkaniya hêviyê. -
Şandeya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtinek pêk anî
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw re hevdîtinek pêk anî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn. -
Li Amedê komplo hate protestokirin: Em ê her roj li ber xwe bidin û bi ser bikevin!
Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li Amedê hate protestokirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû got, “Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û di şert û mercên azad de muzakereyan pêk bîne em ê her roj li ber xwe bidin." -
Şandeya Îmraliyê li Başûrê Kurdistanê ye
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi rayedarên PDK û YNK’ê re bike, li Başûrê Kurdistanê ye. -
Li Mexmûrê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo bi meşeke girseyî şermezar kirin. -
Li Wanê berxwedan: Hevşaredar jî hatin binçavkirin - HATE NÛKIRIN
Li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê gel dest bi berxwedanê kir. Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakvanan û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê jî di nav de gelek kes binçav kirin. -
DBP: Em dizîtiya li hemberî îradeya gel ti carî qebûl nakin!
DBP’ê got, “Em dizîtiya li hemberî îradeya gel, ti carî qebûl nakin û van biryaran jî nas nakin. Berxwedan û têkoşîna me ya li dijî darbekaran wê bidome.” -
Li Wanê xespa îradeyê: Lîsteya binçavkiriyan
Di dema desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de 115 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Ji van 115 kesan navê 48’an zelal bû. -
DBP: Fikrê Abdullah Ocalan ji bo siberojê derfet e
DBP’ê diyar kir ku divê demildest Rêber Apo azad bibe û got, “Fikir û îradeya çareseriyê ya Birêz Ocalan, ji bo avakirina siberojeke demokratîk û azad derfet e.” -
Bi ser şaredariyê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
Polîsan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin, rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
Gerîlayên HPG'ê: Rêbertî bi têkoşîna xwe cîhan girt li hemberî xwe
Gerîlayên HPG’ê Xebat Med û Delîl Demhat anîn ziman ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekê reş e û Rêber Apo bi têkoşîna ku da destpêkirin re hemû cihan girt li hemberî xwe. -
Berxwedan û têkoşîna gelê Wanê
Çalakiya nobetê ya li dijî cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn û îxtîmala ku qeyûm bişînin Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye destpêkirin, tevî hewaya sar jî bi coşeke mezin didome. -
Berxwedana Wanê: Berxwedan jiyan e
Çalakiyên parastina Şaredariya Wanê ku di roja 4’an de ye, bi bernameyeke têr û tije berdewam kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê û EMEP’ê serdana nobetê kirin. -
Li Şengalê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Şengalê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweser” meşek girseyî hat lidarxistin. -
Cenazeyê rojnamevan Koyluoglû hat veşartin
Cenazeyê Rojnamevan Azîz Koyluoglû, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Binarê Qendîlê hate veşartin. -
MAK’ê li dijî bîra petrolê, polîs û cerdevanan çalakî kir
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li Êlihê li dijî bîra petrolê, li Wanê li dijî polîs û bazirganên tiryakê û li Amedê jî li dijî cerdevanekî çalakî kirine. -
Li Amedê 2 stasyonên bazê hatin şewitandin
Yekîneya Bersivdanê ya Zîlan Botan li Amedê agir berda du stasyonên bazê. -
NPG: Dem dema bidawîkirina xerabiyên komployê ye
NPG'ê got, "Ev dem dema bidawîkirina hemû xerabiyên ji ber komploya navneteweyî ye. Bêguman ev yek jî bi azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dibe." -
Neslîhan Şedal: Em ê vîna vî gelî teslîmî qeyûman nekin
Hevşaredar Neslîhan Şedal, nerazîbûn nîşanî cezakirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got, "Hewl tê dayîn vîna Kurdan tine bihesibînin. Em ê vîna vî gelî teslîmî qeyûman nekin." -
KCK: Ji bo pêvajo bi ser bikeve, şertê esasî azadiya Rêber Apo ye
KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo daxuyaniyek weşand û anî ziman ku ji bo pêvajoya heyî bi serketinê encam bibe, şertê esas azadiya Rêber Apo ye. -
Gerîlayên HPG'ê gelên Kurd û Ereb ên li Tişrînê li ber xwe didin silav kirin
Gerîla Rûbar Gabar û Demhat Qamişlo berxwedana Tişrînê silav kirin û gotin, "Em li çiyayên Kurdistanê, gelê me li bajaran li dijî dagirkeran li ber xwe didin. Eger em dest bidin hev, em ê teqez azad bibin, ji ber ku ev şerekî gel ê şoreşgerî ye." -
'Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer bikişîne ser zemîna demokratîk'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku wan nameyek ji Rêber Apo wergirtine û destnîşan kir ku Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer bikişîne ser zemîna demokratîk. -
Baroya Wanê û OHD: Em bi gelê xwe re ne
Baroya Wanê û OHD’ê serdana gelê ku li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ber xwe didin, kirin û banga rawestandina vê pêkanîna bêhiqûqî kirin. -
Salîh Coşkûn: Mafê hêviyê bi şert nabe
Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan Mehmet Salîh Coşkûn got, "Mafê hêviyê bêguman li Tirkiyeyê dikare bi cih bê anîn û li pêşiya wê ti astengiyeke qanûnî nîne."