KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla TV wê agahiyên berfireh û dîmenên çalakiya Metîna parve bike
Artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe yên li Metînayê vedişêre. Gerîla TV wê sibê agahî û dîmenên çalakiyê bi berfirehî biweşîne. -
Meşvanên Azadiyê li pêşiya Girtîgeha Panosê ne
Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ çûn pêşiya Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku greva birçîbûnê lê didome. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolan li vir axivî û got, “Em ê teqez bi ser bikevin. Em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkînin." -
Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Alî Ûgûr nebaş dibe
Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Alî Ûgûr nebaş dibe, ku di sala 2007'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn. -
Meşvanên Azadiyê li Elkê bi coş hatin pêşwazîkirin
Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku xwe gihandin navçeya Elkê ya Şirnexê bi dirûşma "Bijî azadî, bimire koledarî" bi coşek mezin a bi heybet hatin pêşwazîkirin. -
HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, 4 mobesse hatin îmhakirin
Li Xakurkê di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 kamerayên mobesse hatin îmhakirin. -
Meşa Azadiyê li Agirî ye: Şikandina vê derhiqûqiyê di destê me de ye
"Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hat destpêkirin, di roja 4’an de li navenda Agirî pêk hat. -
Panorama bi dîmen a çalakiyên YJA Starê
Gerîla TV li ser çalakiyên bi bandor ên gerîlayên YJA Starê yên sala 2023'an panoramayek weşand. -
Meşa Azadiyê li gel berfê dewam dike
'Meşa Mezin a Azadiyê' li gel serma û seqemê û berfê dewam dike. Meşvan li gundan bi coş têne pêşwazîkirin. Li ber tilîlî û çepikan ber bi navçeya Elkê ve bi rê ketin. -
'Bersiva herî mezin a li dijî komployê, mezinkirina têkoşînê ye'
Gerîlayên YJA Starê komploya 15 'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Bersiva herî mezin a li dijî komployê, li her qadê hîn bêhtir mezinkirina têkoşînê ye." -
‘Ji bo azadiyê divê em têkoşîna vê tevgerê nas bikin’
Gerîlayê HPG’ê Rênas Cûdî wiha got: “Rêber Apo dibêje, ‘Me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî bi serkevin’, ji bo vê banga min li hemû ciwanane ku; hîn bêhtir vê Partiyê nas bikin û tevlî bibin.” -
'Rêber Apo ji bo me ronahiya têkoşînê ye'
Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Botan û gerîlayê HPG'ê Rustem Botan destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ronahiya têkoşînê ye û gotin, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd ji bo paşeroja gelan çareseriya herî baş e. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 40’an didome
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 202’an de bi koma 40’an berdewam dike. -
Gerîlaya YJA Starê Azê Erdal li Mexmûrê hate bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo Azê Erdal (Kurdistan Sîdar) a ku di Tebaxa 2022’yan de şehîd bû merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. -
Li Xakurkê 2 dagirker hatin cezakirin
Hat ragihandin ku li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de 2 dagirker hatin cezakirin. -
Armanca sereke azadiya Abdullah Ocalan e!
Li ser navê Meşa Azadiyê parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya axivî û got, "Armanca me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Rawestandina şer bi Abdullah Ocalan pêkan e." -
Ev meş dê azadiyê bîne!
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di 'Meşa Mezin a Azadiyê' de axivî û bang li gelên Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê bidin meşa aştî û azadiyê. -
Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş di Meşa Mezin a Azadiyê de axivî û got: “Hûn nikarin dengê birêz Ocalan bibirin, yên ser dikevin dê bibin em.” -
Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger a ji aliyê Denîz Gezmîş û hevalên wî ve hatî avakirin, kirin. -
‘Azadî û demokrasî bi darvekirinê nayê astengkirin’
‘Azadî û demokrasî bi darvekirinê nayê astengkirin’ Amed Şaho got: “Gelê Kurd êdî li hemberî komployê hişyar e. Ez bawer dikim ku di salvegera komployê de xwedîderketin wê bigihêje lûtkeyê û mizgîniyek ji wê ji mirovahiyê re were dayîn.” -
Meşvanên Azadiyê: Em tecrîdê qebûl nakin û em ê bişkînin
Baskê ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ a Qersê ji Îdirê derbas bû û li Bazîdê bi coşek mezin hate pêşwazîkirin. Parlementerê DEM Partî ya Bedlîsê Huseyîn Olan got, “Em tecrîdê qebûl nakin û em ê bişkînin.” -
Ji Mûşê 50 name ji Abdullah Ocalan re hatin şandin
Li Mûşê ciwanan 50 name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin. -
Amed Serhed: Em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin
Yek ji fermandarên YRK’ê Amed Serhed: Şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo, wê bibe bersiva herî mezin ji bo dijminê dagirker. Ji bo di welatekî azad de em bikaribin bi Rêber Apo re azad jiyan bikin, ji her tiştî re em ê xwe amade bikin. -
HPG’ê Azê Erdal bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê got: “Hevrêya me Azê di êrîşên nemerdane yên dijmin de şehîd bû. Bi sekna xwe ya jina azad, bi hevrêtiya xwe ya samîmî û dirûst wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.” -
'Heta ku tecrîd bidome wê pêngavên gerîlayan jî bidomin'
Gerîlayên HPG-YJA Starê dan xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan 25 sal in li Îmraliyê berxwedaneke mezin raber dike û gotin: "Heta ku tecrîda li ser Rêbertî bidome, dê pêngavên gerîla jî bidomin." -
Şêniyên Taxa Newrozê: Divê PDK nebe parçeyek ji pêkanîna ajandaya Tirkiyeyê
Şêniyên Taxa Newrozê piştî berxwedana mehekê banga yekîtiyê li partiyên Kurdistanî kirin û bang li PDK’ê kirin ku nebe parçeyek ji pêkanîna ajandaya Tirkiyeyê ya li dijî Kerkûkê.