KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Heyeta DEM Partî DBP'ê bi nûnerên baweriyan re hevdîtin kir
Heyeta DEM Partî û DBP'ê di çarçoveya serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de bi nûnerên gelek partiyan û baweriyên qedîm re hevdîtin kir. -
Li Şirnexê 11 herêm hate qedexekirin
Walîtiya Şirnexê 11 herêm careke din ji bo 15 rojan li çûn û hatinê qedexe kir. -
NPG’ê hefteya Lehengiya Neteweyî pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navendî ya NPG’ê got, “Em Hefteya Lehengiyê li gelê xwe yê welatparêz û li hevrêyên xwe pîroz dikin û li her qadê di têkoşîna wan a azadiyê de serketinê dixwazin." -
'Bi têkoşîna fermandar Egîd em ber bi serketinê ve diçin'
Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr a fermandar Egîd bi bîr anî got, “Em bi berhemên têkoşîn û keda dilêr Egîd ber bi serketina mayînde ve diçin. Piştî şehadeta fermandar Egîd bi sedan ciwanan çeka wî hildan û navê xwe kirin Egîd.” -
Şandeya DEM Partî û DBP'ê serdana KNK'ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP'ê li Silêmaniyeyê serdana KNK'ê kir. Di hevdîtinê de banga Rêber Apo hate nirxandin. -
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Berey Gelê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Silêmaniyê de bi rayedarên Berey Gelê re hevdîtin kir. -
Şandeya DEM Partî û DBP’ê bi Partiya Helwest re hevdîtin kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Helwest kir û piştre têkildarî hevdîtinê bi daxuyaniyeke hevbeş da. -
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo 'Meşa Amarayê' banga tevlîbûnê kir
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşa 1-4'ê Nîsanê ya ji Amedê ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dîmen banga tevlîbûnê kir. -
Heyeta DEM Partî û DBP'ê serdana Waliyê Silêmaniyeyê kir
Heyeta DEM Partî û DBP'ê ku li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike, bi Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir re rûnişt. -
Ji bo 8 salan cezayê girtîgehê li Ceylan Aslan hate birîn
Ji bo 8 salan cezayê girtîgehê dan endama berê ya Meclîsa şaredariya Erxenî Ceylan Aslan ku wezîfeya wê hate desteserkirin. -
Dagirkeran êrîş birin ser tunelên berxwedanê, gerîla bersiv da
Artêşa Tirk a dagirker qadên gerîla 937 caran ji hewa û bejahî ve bombe kir. Gerîla jî bersiv da dagirkerên êrîşî tunelên berxwedanê kirin. Di encamê de çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. -
Xelkê Şengalê: Parêzvanên axa Iraqê îro bûne hedefa dewleta Iraqê
Dexîl Seyîdo û ji TAJÊ Neam Bedel êrişa dijî şervanên YBŞ’ê weke êrişa dijî tevahiya Êzidiyan bi nav kirin gotin: "Zarokên me ev 11 sal in bê navber li ber xwe didin û axa xwe diparêzên, îro jî yên ku li ber xwe dane, dibin hedefa artêşa Iraqê." -
Guleç: Dûrxistina Baroya Stenbolê ji wezîfeyê rûreşiyek li dîroka hiqûqê ye
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç nerazîbûn nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû û desteya rêveberiyê da û got, "Ev biryar li dîroka hiqûqê bûye deqeke reş." -
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo hin rêze hevdîtinan çû Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê kir û bal kişand ser rola partiyên Başûr ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoyê. -
Heyeta DEM Partî û DBP'ê li Başûrê Kurdistanê dest bi hevdîtinan kir
Heyeta DEM Partî û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê dest bi hevdîtinan kir. -
Li Rojhilatê Kurdistanê coşa Newrozê dewam dike
Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz li gelek herêmên din hate pîrozkirin. -
Xelkê Şengalê meşiya: Heya zarokên me tên berdan em ê li qadan bin
Xelkê Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daket qadan û ev bang kirin: “Heya ku zarokên me tên berdan em ê li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin.” -
Gerîla Cengîn Welat: Em ê bi Rêberê azad re serketinê tacîdar bikin
Gerîla Cengîn Welat anî ziman ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ji bo gelên bindest bûye îlhama azadiyê û got, "Em ê bi Rêberê azad re serketinê tacîdar bikin.” -
Li Çelê birîna daran, li Amedê êrîşa li dijî gel
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê dewleta Tirk bi destê cerdevanan daran dibire. Li navçeya Xana Axpar a Amedê jî leşkeran êrîş birin ser gel ku birîna daran şermezar kir. -
Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû eşkere kir û got, “Hevrêyê me milîtanekî Apoyî yê mînak bû. Ji bo hemû ciwanên Kurd bû rênîşana têkoşînê.” -
Ciwan wê ji Amedê bimeşin Amarayê
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşma 'Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin' wê di navbera 1-4'ê Nîsanê de ji Amedê bimeşe Amarayê. -
HPG: Herêmên Parastinê yên Medyayê 1045 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 1045 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
Kurdan careke din ispat kirin ku ew gelê Newrozê ye
Ji Fermandarên YJA Starê Peyman Amed anî ziman ku hem ji aliyê têkoşînê hem jî ji aliyê siyasî ve Newroza îsal wateya xwe gelekî cuda bû û got, "Gelê Kurd daket qadan û careke din ispat kir ku gelê Newrozê ye." -
Newroza Dîlokê bû qada xwedîderketina li banga Rêber Apo
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza Dîlokê axivî û got, "Ji bo welatekî demokratîk û paşerojê em ê xwedî li siyaseta demokratîk derkevin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin." -
KCK: Peyama Newroza 2025'an 'Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were'
KCK'ê gelê Kurd ji ber tevlîbûna xurt a li Newrozê pîroz kir û destnîşan kir ku peyama Newroza 2025'an daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû.