Newroza Dîlokê bi dirûşmên 'Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk' û 'Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê' hate pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, Parlamentera Dîlokê ya Partiya Kedêw (EMEP) Sevda Karaca, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan, parlamenterê berê Mahmût Togrûl, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û pankarta bi nivîsa "Newroza Civaka Demokratîk a ji bo Azadiyê' li dikê hate daliqandin. Di pîrozbahiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokên Bajêr ên DEM Partî û DBP'ê gel silav kirin.
Ji DEM Partiyê Sezaî Temellî got, "10 roj in tax bi tax, navçe bi navçe me Newroz li her qadê pîroz kir. Ev Newroz Newrozeke cuda ye. Bi dadana agir me Birêz Ocalan hembêz kir. Em ji vê derê careke din Birêz Ocalan silav dikin."
Temellî bal kişand ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku 27'ê Sibatê hate eşkerekirin û got, "Bi salan Birêz Ocalan tecrîd kirin, lê belê ew deng bêdeng nebû, bi xurtî rêya çareseriyê vekir. Îro bangeke gelekî mezin li hemû gelên cîhanê hate kirin. Têkoşîna wî hem ji bo paşeroja Rojhilata Navîn hem jî paşeroja Tirkiyeyê girîng e. Yên ku bersiva pêwîst nedan banga Birêz Ocalan, hîn jî rageşiyê dikin. Dixwazin ev çerx bi vî rengî bigere. Lê belê ev mekanîka darbeyê wê têk biçe. Hêza me fikrê me ye. Rêwîtiya me ya li ser rêya 3'yemîn ti carî naqede, wê ev rêwîtî dewam bike."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî got, "Em azadiya hevalên xwe bi taybetî jî ya Birêz Ocalan dixwazin. Li Kurdistanê bi polîtîkaya şerê taybet, tecrîd û qeyûman dixwazin li pêşiya têkoşîna me bibin asteng. Me bi salan li dijî qeyûm têkoşîn meşandin. Lê belê çi bû? Desthilatdariyê bi destê dadgeriya siyasîbûyî pêla girtinê meşand. Bi her awayî dest danî ser îradeya gel. Li hemberî van hemûyan Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê radihêje mîkrofonê û ji nirxên gelê Kurd re dibêje 'paçik'. Zimandirêjiyê li têkoşîna azadiyê dike. Em ê nehêlin zimanê xwe dirêjî nirxên gelê Kurd bike.
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû beşên civakê ye. Bang di heman demê de li Enqereyê ye. Dewlet dibêje em ê paşve gavê neavêjin. Divê êdî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe çareseriya pirsgirêka bingehîn a vê dewletê. Ji bo welatekî demokratîk û paşerojê em ê xwedî li siyaseta demokratîk derkevin, em ê civaka demokratîk bi hev re ava bikin."
Di dema axaftinê de tim û tim dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin qîrîn.
Piştî axaftinan Koma Agirê Zerdeşt û hunermend Cevdet Bagca hunera xwe nîşan dan.
Pîrozbahî bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.