Heyeta DEM Partî û DBP'ê li Başûrê Kurdistanê dest bi hevdîtinan kir

Heyeta DEM Partî û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê dest bi hevdîtinan kir.

Hevdîtina destpêkê ya heyetê îro bi dema herêmî saet di 12:30'î de bi Tevgera Goran re pêk hat.

Heyet ji Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Berdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê û Amîra Îdarî ya Meclîsa Tirkiyeyê Salîha Aydenîz û endama Tevgera Jinên Azad  (TJA) Adalet Fîdan pêk tê.

Di hevdîtinê de ku li ofîsa Tevgera Goran a li taxa Kurdsad a li Silêmaniyeyê pêk hat, heyeta DEM Partî û DBP'ê ji aliyê Serokê Tevgera Goran Dana Ahmed Mecît, Berpirsyarê Têkiliyên Derve Bextiyar Ewlî, Parlamenterê Herêma Kurdistanê Ciwanro Muhammed û Parlamentera berê Gulistan Saîd ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtinê bi qasî saetekê dewam kir û rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê, bûyerên li Rojhilata Navîn û rewşa li Sûriyeyê hate nirxandin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û ragihand ku wan beriya niha li Silêmaniye û Hewlêrê hevdîtinên girîng kirin, lê belê ji ber dem kurt bû nekarîn hevdîtinan temam bikin.

Bayindir got, "Li gel xwişk û birayên xwe yên li nava Tevgera Goran me pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, bûyerên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê nirxand. Em bi germî pêşwazî kirin û piştgirî dan."

Parlamenterê Tevgera Goran ê Herêma Kurdistanê Ciwanro Muhammed jî anî ziman ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û got, "Ji bo dawî li rijandina xwînê bê û gelê me mafên xwe bi dest bixe, em piştgiriyê didin her cûre pêvajoyê."

DEWAMA HEVDÎTINÊN HEYETA ÎMRALIYÊ

Ev danûstandin wke dewama hevdîtinên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ye ku di navbera 15 û 18'ê Sibatê de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû. Wê demê heyetê hevdîtin bi lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, lîderê YNK'ê Bafil Talabanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û endama Dîwana Serokatiyê ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm Ahmed re hevdîtin kiribû û peyamên Abdullah Ocalan ragihandibû.

HEVDÎTIN WÊ DEWAM BIKIN

Tê payin ku hevdîtinên heyeta DEM Partî û DBP'ê li Silêmaniyeyê bi partiyên siyasî yên cuda û saziyên civakî yên sivîl re dwam bikin. Bernameya hevdîtinên heyetê yên rojên pêş hîn diyar nebûye.