Heyeta DEM Partî DBP'ê bi nûnerên baweriyan re hevdîtin kir
Heyeta DEM Partî û DBP'ê di çarçoveya serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de bi nûnerên gelek partiyan û baweriyên qedîm re hevdîtin kir.
Heyeta DEM Partî û DBP'ê di çarçoveya serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de bi nûnerên gelek partiyan û baweriyên qedîm re hevdîtin kir.
Heyeta ji Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan li Herêma Kurdistanê ya Federe bi gelek rayedaran re hevdîtin kir.
Heta niha bi Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, Waliyê Silêmaniyeyê, nûnerên KNK, Tevgera Goran, Tevgera Helwest û Eniya Gel re rûnişt.
Heyet êvarê Çarşemê di bernameya fitarê de bi nûnerên baweriyên Misilman, Zerduştî, Êzidî, Kakaî, Katolîk re hevdîtin kir.
Di bernameya fitarê de ku bi bweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn re kir, peyamên li ser yekîtî, yekbûn û aştiyê hatin dayin.
Di hemû hevdîtin û serdanan de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate nirxandin û li ser yekîtiya neteweyî nêrîn hatin parvekirin.
Heyet wê îro bi rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên li herêmê re bernameya xwe temam bike.