Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir

Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo hin rêze hevdîtinan çû Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê kir û bal kişand ser rola partiyên Başûr ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoyê.

Şandeyek ji Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hin rêze hevdîtinan çû Herêma Federal a Kurdistanê. Şandeya ku wê bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtinê pêk bîne, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Berdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Amîra Îdarî ya Meclîsê Salîha Aydenîz û endama Tevgera Jin Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) Adalet Fîdan cih digirin. Di çarçoveya hevdîtinan de li Silêmaniyê bi Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re civiya.

Şande ji aliyê Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Cawîdan Kemal Hesen û Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Bêrîvan Mihemed ve hatin pêşwazîkirin.

Hate ragihandin di civînê de li ser peyama Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” nîqaş hatiye kirin û her wiha îşaret bi rola aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsa Kurd û pêvajoya aştiyê hatiye kirin.

Tê payîn ku şandeya DEM Partî û DBP'ê li Silêmaniyeyê bi gelek partî û rêxistinên sivîl re hevdîtinan bike.