Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Berey Gelê kir

Şandeya DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Silêmaniyê de bi rayedarên Berey Gelê re hevdîtin kir.

Di çarçoveya serdanên rêxistin û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, Şandeya DEM Partî û DBP’ê piştî serdana xwe ya Tevgera Helwest, li bajarê Silêmaniye serdana Eniya Gel (Berey Gel) kir.

Şande ji aliyê Berdevkê Eniya Gel Bextiyar Şaweys û endamên wê Dr. Soran Cemal Tahîr, Rêbwar Caf, Dr. Ehmed Fatîh û Lawên Azad ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê Berdevkê Eniya Gel Bextiyar Şaweys têkildarî hevdîtina her du aliyan daxuyaniyek da çapemeniyê û tê de ev tişt got; “Me dîsa piştgiriya xwe ya serdana şandeyê nîşan da û me tekezî bi serxistina pêvajoya çareserî û aştiyê kir. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajoye gelek girîng e û di nava 50 salên borî de tu derfeteke wiha nehatiye pêşiya Kurdan. Serkeftina pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê lêbelê ji bo tevayî Kurdistanê gelek girînge.”