Ji gaziyên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulçîn Xoşmêr di salvegera 39'emîn a şehadeta fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) de ku 28'ê Adara 1986'an li çiyayê Gabarê şehîd bû, ji ANF'ê re axivî.
Gulçîn Xoşmêr a di destpêka axaftina xwe de di şexsê fermandar Egîd de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî got, “Tevgera Azadiyê li Kurdistanê bû xwedî roleke sereke û bîrdozî. Roj bi roj têkoşîna Tevgera Azadiyê bilind bû û ji Rojhilata Navîn xwe gihand hemû gelên cîhanê. Heval û fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi lehengî û qehremaniya xwe cihê xwe di nav dilê gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz de çêkir. Bi pêşengtiya xwe gihişt merteba pîroziyê.”
Gaziya şer diyar kir ku fermandar Mahsûm Korkmaz di şerê gerîla de pêşengtiyeke pir xurt pêk anî û wiha domand, “Hevalê Egîd bingehê Hêzên Parastina Gel danî. Em bi berhemên têkoşîn û keda dilêr Egîd ber bi serketina mayînde ve diçin. Piştî şehadeta fermandar Egîd bi sedan ciwanan çeka wî hildan û navê xwe kirin Egîd. Em dikevin 39. salvegera şehadeta hevrê û fermandar Mahsûm Korkmaz. Her çiqasî em xemgîn bin jî bi pêşeng û fermandarê xwe yê serdemê ewqasî jî serbilind û şanaz in. Jiyana gelê Kurd bi fedaiyan hatiye xemilandin û weke Rêber Apo gotiye, ‘Her ku hevalek me şehîd bûye me gaveke hîn xurttir ber bi pêş ve avêtiye û tola wan rakiriye da ku em layiqî wan bin.’”
Gulçîn Xoşmêr destnîşan kir ku fermandar Egîd ji Rêber Apo û şoreşê re stûna esasî bû û ev xisûs anî ziman, “Ji bo wê Rêber Apo timî ji fermandar, şervan û tevahî milîtanan re di dahûrandin û perwerdeyan de gotiye, ‘Divê her hevalekî xort Egîd ji xwe re bike pîvanê mêrê demokrat û azad; her jineke têkoşer jî xwedawend Zîlan ji xwe re bike pîvanê jina azad.’ Ez jî wan leheng û qehremanan bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî mezinahî û pîroziya wan ditewînim. Dibêjim, ji bo ez layiqî wan qehremanan bibim ez ê hemû hêza xwe seferber bikim.”