Li Çelê birîna daran, li Amedê êrîşa li dijî gel

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê dewleta Tirk bi destê cerdevanan daran dibire. Li navçeya Xana Axpar a Amedê jî leşkeran êrîş birin ser gel ku birîna daran şermezar kir.

Li Çelê, li herêmên sînor ên ku operasyonên leşkerî lê têne kirin, bi destê cerdevanan dar têne birîn.

Darên têne birîn jî li nêzî gundê Biyadir ê li ser rêya Çelê-Colemêrgê têne komkirin û piştre têne firotin.

Şêniyên gund diyar dikin ku dar li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê têne birîn.

Li aliyê din ji bo ocaxa xîzê ya li taxa Husikan a ser bi navçeya Xana Axpar a Amedê dar têne birîn û gel li ber vê yekê rabû.

Leşkerên Tirk êrîş bir ser gundiyan, gule li derdorê reşandin û gef lê xwarin. Êrîşa leşkeran bi telefonên destan hate qeydkirin.