Li Rojhilatê Kurdistanê coşa Newrozê dewam dike

Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz li gelek herêmên din hate pîrozkirin.

Di 24'ê Adarê roja Duşemê de li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin.

Li gorî agahiyan li gundê Gerdîglan ya ser bi Bokan, gundê Çapan û Tomarqamîş ya ser bi Seqizê, bajarokê Qesrîşîrîn, bajarokê Gîlanî, gundê Bîmeî Goran, gundê Bîmê ya ser bi Kirmaşan, gundê Newêheng ya li Sineyê, gundê Çeqel Mistefa ya ser bi bajarokê Nexede ya ser bi Urmiyeyê, gundê Hesar ya li Bokanê, Gundê Nê ya ser bi Merîwan, gundê Çiyane û Gezgeskî Pîran ya ser bi Pîranşarê, Newroz bi tevlîbûna hezaran bi coşek mezin hate pîrozkirin.