Ji bo 8 salan cezayê girtîgehê li Ceylan Aslan hate birîn
Ji bo 8 salan cezayê girtîgehê dan endama berê ya Meclîsa şaredariya Erxenî Ceylan Aslan ku wezîfeya wê hate desteserkirin.
Ji bo 8 salan cezayê girtîgehê dan endama berê ya Meclîsa şaredariya Erxenî Ceylan Aslan ku wezîfeya wê hate desteserkirin.
Endama berê ya Meclîsa şaredariya Erxenî Ceylan Aslan ji ber ku tevlî daxuyaniya têkildarî greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven û çalakiyên ku partiya wê lidar xistine bû, bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “Qanûna xwepêşandan û çalakiyan binpê kirine” tê darizandin. Rûniştina biryarê ya Ceylan Aslan li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê pêk hat.
Ceylan Aslan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeya xwe hate girtin. Aslan tevlî rûniştinê nebû, lê parêzera wê Seda Zengîn amade bû. Meqama îdîayê mutalaya xwe ya rûniştina berê dubare kir û xwest Ceylan Aslan bê cezakirin.
Piştre şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û 7 sal û 6 meh ceza da Ceylan Aslan.