JIN
Hemû Nûçe
-
Sercerdevan hewl da jinekê bikuje
Sercerdevan Selahattîn Umay hewl da jina ku pê re zewicî bû bikuje. Zarokê 13 salî ji bo diya xwe biparêze Umay birîndar kir. -
Di sê mehan de herî kêm 94 jin hatin kuştin, 84 jî mirinên bi guman
Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî diyar kir ku, tundiya li ser jinê zêde bûye û ragihand ku di navbera 1'ê Adarê û 31'ê Gulanê de herî kêm 94 jin hatine qetilkirin û 84 jin jî bi guman mirine. -
Kongra Star a Herêma Firatê komxebatek li dar xist
Kongra Star a Herêma Firatê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist. -
‘Heta tecrîda Îmraliyê bidome, wê destkeftiyên jinan bibin hedef’
Meclîsên Jinan a HDP’ê û Partiya Çepên Kesk wiha got: “Ji bo azadî û wekheviyê em di pêvajoya ji nû ve avakirinê de ne. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome wê desthilatdarî êrîşî jinan bike.” -
Fîlîz a Kurdistanê, Gulan a têkoşîna azadiyê
Di têkoşîna azadiyê de şitle şîn bûbû. Li gel malbat û hevalên xwe li ber doza xwînê, êşkence, asîmîlasyon, komkujî û her cûre polîtîkayan rabû. Bi têkoşîna xwe bû rûmeta malbata xwe, bû Gulana têkoşîna azadiyê. -
Festîvala Jinê ya Zîlan a 17'emîn wê li Gelsenkîrchenê bê lidarxistin
Festîvala Jinê ya Zîlan ku mezintirîn kombûna jinên Kurd ên li Elmanyayê ye, îsal wê di 17'ê Hezîranê de bê lidarxistin. -
Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin
TJK-E’yê têkildarê xebatên li ser têkiliyên derveyîn di 3-4’ê Hezîranê de bi tevlêbûyîna 50 delegeyan li bajarê Basel ê Swîsreyê konferans li dar xist. -
Meclîsên Jinan ên HDK’ê: Em rê nadin ricimkirin û zimanê mêrserwer
Meclîsên Jinan ên HDK’ê, di şexsê Pervîn Bûldan de bertek nîşan da ku çima jinên siyasetmedar bi zimanê mêrserwer tên ricimandin û got: “Em nahêlin.” -
Li Belçîkayê jinên karê înşaetê dikin zêde bûne
Li Belçîkayê, di nava pênc salan de rêjeya jinên karê înşaetê û tesîsatê dikin ji sedî 23,6 zêde bû. -
Li Efganistanê 93 xwendekarên keç û mamosteyên jin bi jehrê ketin
Piştî Îranê vê carê hate hînbûn ku li dibistanên keçan ên li Efganîstanê 93 xwendekarên jin û mamoste bi jehrê ketine. -
Meclîsa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk kom bûn
Meclîsa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo ku encamên hilbijartinê û xeta têkoşîna polîtîk a serdema bê diyar bikin kom bûn. -
TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
TJA’yê nerazîbûn nîşanî êrîşên ku li ser medyaya dîjîtal li hemberî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan hatî kirin, da û diyar kir ku wê li dijî zimanê mêr têbikoşin. -
Jinên ciwan ên herêma Firatê komxebatek li dar xistin
Jinên ciwan ên herêma Firatê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek li dar xistin. -
KCDP: Di meha Gulanê de 40 jin hatine qetilkirin
Li gorî rapora KCDP’ê di meha Gulanê de 40 jin hatine qetilkirin û 22 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Kongra Star li dijî tecrîdê bang li her kesî kir ku dakevin qadan
Kongra Star diyar kir ku hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re ji bo 6 mehan hatiye qedexekirin û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê dakevin qadan. -
Mêrdîn: Em bi pergala xwe dikarin azadî û exlaq biafirînin
Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn diyar kir ku pergala netewe dewletê dijminê gelan e û got “Em bi pergala xwe dikarin azadî û exlaq biafirînin.” -
KBDH'ê fermandar Leyla Sorxwîn bi bîr anî
KBDH'ê têkildarî şehadeta Leyla Sorxwîn daxuyaniyek da û got, "Bi keda jinên pêşeng ên mîna Leyla Sorxwîn, têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi biryardarî bi pêş ve diçe û ber bi serkeftinê ve dimeşe." -
'Em dixwazin bikin ku civak sûdê ji zanista Jineolojiyê werbigire'
Endama Komîteya Navendên Lêkolînan a Jineolojiyê Yesmîn Mihemed diyar kir ku armanc û xebata wan li ser wê esasê ye, bikin ku civak karbe sûdê ji zanista Jineolojiyê werbigire. -
Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin hate weşandin
Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin, bi manpeta 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve" gihîşt ber destê xwendevanên xwe. -
Jin xwe ji bo Mihrîcana Jinan a Zîlan amade dike
Jin amadekariya 18’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan dikin ku wê li Londonê were lidarxistin. -
Rûniştina doza rojnamevanên ku kuştina Jîna Emînî ragihandin dest pê kir
Rojnamevan Nîlûfer Hamedî û Elaha Muhammadî ku cara yekem di meha Îlonê de li Tehranê nûçeya kuştina jina Kurd Jîna Emînî ragihandin, di meha nehemîn a dîlgirtinê de derxistin pêşberî dadger. -
Li Îranê herî kêm 40 xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin
Herî kêm 40 xwendekarên jin ên ku li Fakulteya Hunerên Bedew a Îranê dixwînin, di meha borî de ji zanîngehê hatin dûrxistin. -
Li DYE’yê piştî 400 salan 12 'sêrbaz' mafdar hatin dîtin
Eyaleteke DYE’yê, 12 kesên ku nêzî 400 sal berê bi sûcê “shirbaziyê” hatibûn mehkûmkirin, mafdar dît. -
‘Hêza ku konferansa HPJ’ê ava kir, wê ji bo serhildanan bibe motîvasyonek’
Gerîlaya HPJ’ê Viyan Serdeşt diyar ku hêza konferansa HPJ’ê bi xwe re afirandî wê ji bo serhildanan bibe motîvasyonek xurt ku ji her alî ve bandorê li ser serhildanan bike. -
PAJK: Hevrê Leyla bi sekna xwe nûneriya xeta serkeftinê kir
PAJK: Bû xwedî kesayetek a bi tevlîbûna xwe ya cewherî dida jiyan. Bi sekna xwe ya fermandar û pêşeng nûneriya xeta serkeftinê kir. Bi zanebûna xwe, bi tena serê xwe akademiya îdelojîk-leşkerî bû.