Rûniştina doza rojnamevanên ku kuştina Jîna Emînî ragihandin dest pê kir

Rojnamevan Nîlûfer Hamedî û Elaha Muhammadî ku cara yekem di meha Îlonê de li Tehranê nûçeya kuştina jina Kurd Jîna Emînî ragihandin, di meha nehemîn a dîlgirtinê de derxistin pêşberî dadger.

Rojnamevan Nîlûfer Hamedî yekemîn kes e ku nûçeya Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’yan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hat qetilkirin ragihand û Elaha Muhammadî ya di merasîma cenazeyê de dirûşma "Jin jiyan azadî" li cîhanê ragihand, di meha 9’emîn a girtîna xwe de derketin pêşberî dadgehê.

Yekemîn rûniştina doza nûçegihana rojnameya Hamamîhan Elaha Muhammadî roja 29’ê Gulanê li Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê yê bi serokatiya Ebûlqasem Selavatî hat dîtin. Dema li dadgehê parêzera rojnamevan amade bû, rûniştin ji çapemeniyê re girtî hat dîtin. Parêzera rojnameger Şahab Mîrlohî danişîna ewil "erênî" nirxand, diyar kir ku roja danişîna din nehatiye diyarkirin.

Yekemîn rûniştina doza nûçegihana Rojnameya Şerq Nîlûfer Hamedî ya piştî girtina 9 mehan tê darizandin, li heman şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tahranê tê dîtin.

Rojnamevan Mîna Akberî li ser medyaya dîjîtal ragihand ku gelek rojnamevan û çalakvanên sivîl bi malbata Elaha Muhammadî re li ber avahiya edliyeya li cadeya Muelem a Tahranê kom bûne. Di parvekirinê de wiha hat gotin: “Elaha di saet 9.40’an de bi wesayiteke cama reş anîn, lê destûr nedan ku kes nêzî wesayîte bibe.”

Her du rojnamevan di 8’ê Mijdarê de bi propagandaya li dijî dewletê û komploya li dijî ewlehiya neteweyî hatin sûcdarkirin. Ev sûcdarkirinên keyfî dikarin bibin sedema cezayê darvekirinê.

Piştî kuştina Emînî, serhildaneke ku mînakên wê tune ye hatibû destpêkirin. Di xwepêşandanên ku bi sedan kes hatin qetilkirin de, bi deh hezaran kes hatin girtin.