KBDH'ê fermandar Leyla Sorxwîn bi bîr anî

KBDH'ê têkildarî şehadeta Leyla Sorxwîn daxuyaniyek da û got, "Bi keda jinên pêşeng ên mîna Leyla Sorxwîn, têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi biryardarî bi pêş ve diçe û ber bi serkeftinê ve dimeşe."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) têkildarê şehadeta Endama Konseya Leşkerî ya HPG-YJA Starê, endama Meclîsa PAJK û PKK'ê hevrê Leyla Sorxwîn ku meha Çileyê li herêma Bestayê di operasyona li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû daxuyaniyek nivîskî weşand.

'MÎNAKEKE DÎROKÎ YA TÊKOŞÎNÊ AFIRAND'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em vê jina azad a ku di dema erka xwe ya fermandariya qada Botanê de li dijî operasyonên leşkerî yên cerdevan, sîxur, muxbîr û hêzên leşkerî, bi pêngavên leşkerî yên siyasî yên serkeftî mînaka têkoşîneke dîrokî derxistiye pêş bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em careke din li pêşberî bîranîna wê, bi hişmendiya berpirsyariyê zindîhiştina asta gerîlatiyê û fedaîbûna welatparêziyê soza xwe dubare dikin.

Bi keda jinên pêşeng ên weke Leyla Sorxwîn ku 31 salên xwe di nava jiyaneke rêxistinkirî de bi têkoşîneke dijwar a li dijî desthilatdariya mêr, faşîzm, dagirkerî û mêtingerî derbas kir, têkoşîna me ya şoreşger a yekbûyî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê bi biryardarî bi pêş ve diçe û ber bi serkeftinê ve dimeşe.

Îradeya me jinên şoreşger ên ku li hemberî dijmin bi hezkirin, coş û kelecan dimeşin, wê ti carî serî netewînin û teqez bi hilweşandina faşîzm û desthilatdariya mêr wê azadiyê bi dest bixin.

Di konjonktûra siyasî ya ku em tê re derbas dibin de dewleta burjuvaziya Tirk a faşîst bi hemû rêbazên tundiyê li dijî pêşengên tevgera jinê plana tasfiyekirina rêxistinî ya fizîkî pêk tîne, lê nekariye bigihêje armanca xwe.

Nikare serbikeve, ji ber ku li hemberî polîtîkayên dewleta faşîst a serdest a mêr, hêzeke jinê ya şer bike û berdêl bide, dînamîzmeke ku her roj xwe ji nû ve ava bike heye.Nikare serbikeve, ji ber ku şervanên me yên bê hejmar hene ku hesabê zilma li hemberî jin û çîna bindest tê kirin bipirsin û tola wan hilînin.

'EM TEVLÎ MEŞA SERKETINÊ YA ŞOREŞÊ BIBIN'

Di konsepta êrîşkar a faşîst de, tevgera jinê ya ku kolanan terk nake, mînaka vê ye. Têkoşîna bi biryar a edalet û azadiyê ya di 10’emîn salvegera serhildana Gezî/Hezîrana 2014’an de ku jin û nasnameyên zayendî yên bindest bi awayekî aktîf tevlî bûn, mînaka vê yekê ye. Jinên pêşeng ên ku serî li ber balafirên bêmirov, bombe û sûîqestan hildidin û têdikoşin, şoreşgeriya milîtan mezin dikin, mînaka vê yekê ne. Jinên gerîlayên şehîd û birîndar û girtiyên me sembolên berxwedana me ne. Ji vê îradeyê tê dîtin ku em jin hêza sereke ne ku wê dewleta bûrjûva ya Tirk a di bin serweriya dijminên jinan û gelan ên mîna dîktatorê faşîst Erdogan û Soylû de hilweşînin! Em bang li hemû jinên ku dixwazin rûmet, azadî û nasnameya xwe biparêzin dikin ku xwedî li nirxên şehîdên me derkevin û tevlî meşa serkeftinê ya şoreşa Tirkiye û Kurdistanê bibin. Li ser vê bingehê em KBDH’ê, rêxistina leşkerî ya siyasî ya têkoşîna xwe ya yekbûyî ya jinan xurt bikin û çalakiyên milîtanî û gerîla bilind bikin."