Kongra Star li dijî tecrîdê bang li her kesî kir ku dakevin qadan

Kongra Star diyar kir ku hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re ji bo 6 mehan hatiye qedexekirin û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê dakevin qadan.

Meclisa Kongra Star têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi destê dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin desthilatdarên dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin û nahêlin ne parêzer û ne jî malbat wî bibînin û ev tecrîd binpêkirina eşkera ya tevahî peyman û qanûnên navneteweyî û mirovî ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a adgirker cezayên dîsîplînê ji salan ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kirine, vê dawiyê jî 6 mehên din cezayê dîsîplînê ferz kirine. Dewleta Tirk rêzê ji mafên mirovan, mafên girtiyên siyasî re nagire, nahêle ne parêzer ne jî malbat Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk bi rêya siyaseta tecrîdkirinê hewl dide vîna gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên herêmê bişikîne. Lê ev siyaseta înkarkirinê ya li dijî gelê Kurd a di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de israra gel a têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Ocalan zêde dike.

Her wiha meclisê bang li NY′yê, komîteyên mafên mirovan û CPT′yê kir ku yekser destwerdanê bikin û bi erkên xwe yên mirovî rabin û tecrîdê bi dawî bikin.

Di dawiyê de Meclisa Kongra Star bang li gelên azadîxwaz û jinên li cîhanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan dakevin qadan.