Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin hate weşandin
Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin, bi manpeta 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve" gihîşt ber destê xwendevanên xwe.
Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin, bi manpeta 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve" gihîşt ber destê xwendevanên xwe.
Ronahî Serhad di gotara xwe de ya li kovarê hate weşandin, pêngava beriya 8'ê Adarê ji aliyê Tevgera Jinê ya Kurd ve hate destpêkirin, nirxand. Ronahî Serhad pêngav weke hêz û îradeya çareserkirina pirsgirêkên civakî pênase kir.
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo jî di hevpeyvînekê de qala bandora pêngavê ya li Rojava kir.
PEYAMÊN DI KONFERANSA HAMBÛRGÊ DE HATIN DAYIN
Havîn Guneşer jî encamên konferansa 4'emîn ku ji aliyê Tevna Lêgerîna Alternatîf ve hate lidarxistin bi rengê dosyayeke berfireh parve kir.
GULÇIYA GABAR Û LEYLA AMED
Rojnameyê cih da daxuyaniyên Koordînasyona PAJK'ê yên têkildarî ji fermandarên gerîla Gulçiya Gabar ku 29'ê Nîsana 2019'an li Garê şehîd bû û Leyla Amed ku 23'ê Çileya 2023'an li Bestayê şehîd bû.
'ZÎLAN BÛ XETA TÊKOŞÎNÊ'
Di beşa portreyê de bi wesîleya meha Hezîranê çîroka jiyanê, têkoşîna Zîlan-Zeynep Kinaci û wateya çalakiya wê ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hate vegotin.
'EM HÎN BI XURTÎ TÊN'
Analîzên têkildarî encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê di hejmara Hezîranê ya rojnameyê de hatin weşandin. Rojnameyê cih da hevpeyvîna bi Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû û analîza Roza Metîna ya li ser encamên hilbijartinê.
'FÊHMKIRINA MARÎA MÎES'
Analîza têkildarî ekofemînîst, sosyalîst û ekolojîst Marîa Mîes ku 15'ê Gulana 2023'an jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Hêja Zerya ve bi sernavê 'Fêhmkirina Marîa Mîes' hate şîrovekirin. Fîdan Yildirim jî bi sernavê 'Pêşenga ekofemînîzmê' biyografiya Mîes parve kir.