Li DYE’yê piştî 400 salan 12 'sêrbaz' mafdar hatin dîtin

Eyaleteke DYE’yê, 12 kesên ku nêzî 400 sal berê bi sûcê “shirbaziyê” hatibûn mehkûmkirin, mafdar dît.

Hilbijartiyên Eyaleta Connecticut a li bakurê rojhilatê herêma New England a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryarek derxistin û cezayên ku li 9 jin û 2 mêran hatine dayîn wekî "şaşiyên qanûnê" şermezar kir û bêgunehiya wan ragihand.

Ji 12 kesên ku di bûyera nîvê sedsala 17’an de bi sûcê "sîhirbaziyê" hatin mehkûmkirin, 11 kes piştî darizandinên li eyaleta Connecticut hatin darve kirin û yek jî sax ma.

CT Witch Trial Exoneration Project ku komeleya neviyan e, bi daxuyaniyekê kêfxweşiya xwe ya ji ber biryarê anî ziman.

Biryara Connecticut di êvara 376’emîn salvegera darvekirina Alice Young ji ber sêrbaziyê li New England tê.

Di sedsala 17’an de New England, bi sedan kes, bi piranî jin, bi sêrbaziyê hatin tawanbar kirin. Bi taybetî, darizandina sêrbazên navdar ên Salem li Massachusetts, ku tirs, paranoya û xurafe di navbera 1692 û 1693 de serwer bûn, vê nêçîra sêrbazan sembolîze dikin. Damezrandina van dadgehan di dîroka Amerîkaya Bakur de mezintirîn nêçîra sêrbazan tê hesibandin.

Di sedsala 17’an de, bajar û bajarokên Massachusettsê civakên kevneşopî bûn ku di serî de li ser baweriyên xiristiyan hatine damezrandin.