Jin xwe ji bo Mihrîcana Jinan a Zîlan amade dike
Jin amadekariya 18’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan dikin ku wê li Londonê were lidarxistin.
Jin amadekariya 18’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan dikin ku wê li Londonê were lidarxistin.
Li paytexta Ingilistan Londonê her sal ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan ve Mihrîcana Jinan a Zîlan tê lidarxistin. Îsal wê Mihrîcana 18’emîn were lidarxistin. Mihrîcan di 24 û 25’ê Hezîranê de, bi dirûşmeya “Em bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşê ve dimeşin” bê lidarxistin.
Amedekariyên 18’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan vê di 24 û 25’ê Hezîranê de bê lidarxistin, ber bi dawîbûnê ve diçe. Di çarçoveya mihrîcanê de ku wê roja Şemiyê starta wê bê dayîn, li Navenda Civaka Kurd a li Harrîngayê di saet 11:00’an de ji bo jinan bernameya taştê were organîzekirin. Her wiha di saet 13:00’an de bernameya atolyeyê ya bi sernavê “Jin û Neteweya Demokratîk” û di saet 14:30’an de jî fîlm were nîşandan.
Weke her sal wê îsal jî festîval bi gelek bernameyên curbecur re were lidarxistin. Di roja duyemîn a mihrîcanê de (25’ê Hezîranê) di saet 15:00’an de li Kurdîsh Communîty Centre, li navnîşana 1 Portland Gardens, Harrîngay Ladder, London N4 1HU wê hunermend Denîz Deman, Gul Bahar û Azad Bedran derkevin ser dikê. Di festîvala ku komên cuda ên jinên femînîst weke axêver tev li bibin de, ji xeynî muzikê bernameyên folklor, dahol û zurne werin pêşandan. Her wiha wê ji bo zarokan krêş û bernameyên cuda hebe.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku wê jinên ji gelên cuda tev li mihrîcanê bibin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê îsal bi dirûşmeya “Em bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşê ve dimeşin” ve werin ba hev, bi awazên xwe yên berxwedanê û govendên xwe têkoşînê bidomînin. Em ne tenê bernameyek li dar dixin, em ji bo zêdetir xurttir bibin werin ba hev.”