'Em dixwazin bikin ku civak sûdê ji zanista Jineolojiyê werbigire'
Endama Komîteya Navendên Lêkolînan a Jineolojiyê Yesmîn Mihemed diyar kir ku armanc û xebata wan li ser wê esasê ye, bikin ku civak karbe sûdê ji zanista Jineolojiyê werbigire.
Endama Komîteya Navendên Lêkolînan a Jineolojiyê Yesmîn Mihemed diyar kir ku armanc û xebata wan li ser wê esasê ye, bikin ku civak karbe sûdê ji zanista Jineolojiyê werbigire.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Helebê Yesmîn Mihemed li ser karê Jineolojiyê ji ANF’ê re axivî.
Yesmîn Mihemed diyar kir ku weke xebata navenda jineolojiyê ya beşa Helebê destpêkê kar li ser perwerdeyê tê kirin û got: “Li hemû saziyan perwerde hate dayîn. Her wiha di aliyê perwerdeyê de kesên ku tevlî perwerdeya Jineolojî dibin hezkirina ji zanista jineolojî re didin diyar kirin. Ji ber ev zanist koka wê ji nav civakê derdikeve, lewma di nav civakê de zû hatiye hezkirin. Xebata Jineolojiyê zêdetir li nêrînên civakê ji jiyanê re tê kirin ku civak çawa li jiyana xwe dinêre. Ji bo wê jî xebata ku tê kirin li ser esasê lêkolînkirina pirsgirêkên nav civakê. Her wiha her bûyerek diqewime li ser lêkolîn tên kirin û nêrîn û nirxandinên me li ser wan bûyeran di nav civakê de tên belav kirin.”
Yesmîn Mihemed anî ziman ku despêkê lêkolînên wan li ser psîkolojiya xwendekaran a di dema koçberiyê de hatin kirin û wiha got: “Mijara herî zêde ku me tê de lêkolîna xwe zêde kir, malbata demokratîk bû. Her wiha li ser vê esasê nêrînên kesên beşdar jî dihatin girtin. Di nav xebata me de herî zêde li ser mijara azadiyê nîqaş dihatin kirin.”
Yesmîn Mihemed ragihand ku di dema erdhejê de navenda lêkolînên Jineolojî xebatên xwe nedan sekinandin û wiha bilêv kir: “Li ser wê rewşa ku derketî holê lêkolîn hatin kirin, rewşa jin û zarokan di erdhejê de hate nirxandin. Lêkolînên me di derbarê wê de wek gotar hatin belavkirin.”
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Helebê Yesmîn Mihemed destnîşan kir ku ji bo zanista Jineolojî zêdetir belav bibe, divê jin û mêr li ser zanista Jineolojiyê xwedî nêrîn bin û got: “Li gorî daxwazên wan jî ku di qadên xebatên giştî de perwerdeyên Jineolojî werin dayîn, li ser wê esasê jî xebatek bi vê rengî di vê astê de hate kirin. Perwerdeyên xweser ên Jineolojî hatin vekirin. Armanca me di zanista Jineolojî de ew e ku em tespîtek rast ji nav civakê bikin û ji civakê re pêşkêş bikin da ku civak jê sûdê werbigire.”