Li Îranê herî kêm 40 xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin

Herî kêm 40 xwendekarên jin ên ku li Fakulteya Hunerên Bedew a Îranê dixwînin, di meha borî de ji zanîngehê hatin dûrxistin.

Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê “polîsên exlaq” ve, pêkanînên rejîma Îranê yên ji bo tepeserkirina serhildana jinan didome. Konseya Yekîtiya Xwendekarên Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku di meha borî de zêdeyî herî kêm 40 xwendekarên jin ên li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Tehranê dixwînin, ji zanîngehê hatine dûrxistin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, zextên li beramberî xwendekaran bi awayek berçav zêde bûne û ev tişt hate gotin, “Du roj beriya niha zêdetirî 20 xwendekarên ku li wergeha Zanîngeha Celal Al-Ahmed a Tehranê diman, ji bo nîvsala xwendinê hatin qedexekirin û ji wargeha ku tê de diman hatin derxistin. Rêveberiya zanîngeha Tehranê, cezayên dîsîplînê yên weke mehrûmkirina ji xwendinê û dûrxistina xwendekaran weke amûrekê ji bo parastina deshilata xwe bi kar tîne. Armanca wan tepeserkirina serhildana gel e.”