JIN
Hemû Nûçe
-
Li navçeya Qinê ya Kobanê jin li dijî tundiyê meşiyan
Li navçeya Qinê ya Kobanê jin li dijî tundiya li hemberî jinê bi rengekî girseyî meşiyan. -
Meclîsa Îştar konferansa xwe ya 13'emîn lidar xist
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) konferansa xwe ya 13'emîn lidar xist. -
'Em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet'
Hevseroka HEDEP'ê ya Qoserê Aysel Ayav got, ew hesta piştevaniyê xurt dikin û wê rê nedin polîtîkayên şerê taybet. -
Bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiv ji tundiyê re tê dayin
Arzû Temo anî ziman ku tenê bi têkoşîneke rêxistinbûyî dikarin pêşî li tundiya li jinê bigirin û got, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Qanûna Malbatê li dijî tundiyê têdikoşin. -
Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
Xelata ku ji aliyê weqfa ji bo bîranîna Paul Grunînger ê Swîsreyî ku bi xebatên xwe yên li ser mafên penaberan û parastina penaberan tê naskirin ve hat organîzkirin, ji Ayşe Gokkan re hat dayîn. -
Li Kerkûkê ji bo 25’ê Mijdarê semîner hat dayîn
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, li Kerkûkê semîrek hat dayîn. -
TJA’yê li Qoserê starta 25’ê Mijdarê da
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çerçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li navçeya Qoser a Mêrdînê start da. -
Danûstandinên şandeya Rojava yên li Ewropayê dewam dikin
Şandeya jinên Rojavayî, danûstandinên xwe yên li Ewropayê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomînin. -
Li Kobanê jin li dijî tundiya li ser jinê meşiyan
HPC Jin’ê di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de, li dijî tundiya li ser jinê meşek lidar xist. Bi sedan kes tevlî meşê bûn. -
Dogû: Perspektîfa şoreşa jinê stratejîk e
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû diyar kir ku ew bi tevayî li 25’ê Mijdarê dinêrin û got: “Netewa demokratîk, xweseriya demokratîk û perspektîfa şoreşa jinê xwedî girîngiyeke stratejîk e.” -
Viyan: Jinolojî li ber her cûre ferasetên zanistîperestiyê radibe
Endama PAJK'ê Viyan Leyla diyar kir ku rastiya jinê xwedî hêzeke welê ye ku li pêşberî xwezayê hesas e, ji bo civakê berpirsyar e û pêşengiyê ji pêwîstiyên civakê dike. Viyan Leyla got, "Em ê di her rewşê de polîtîkayên taybet bimeşînin." -
Parêzer Nesrîn Sotûdeh hate berdan
Parêzer Nesrîn Sotûdeh ku tevlî merasîma cenaze ya keça Kurd Armîta Girawend bû û ji ber vê yekê hate binçavkirin, piştî du hefteyan hate berdan. -
Dogû: Têkoşîna jinê têkoşîna mirovahiyê ye
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû bal kişand ser sîstema ku li dijî hebûna derûnî û fîzîkî ya jinê şer dike û got, "Têkoşîna jinê di heman demê de têkoşîna ji bo dewamiya hebûna mirovahiyê ye." -
Li Stenbolê jineke Îngilistanî bi êşkenceyê hat qetilkirin
Li oteleke Taxa Mevlankapi ya navçeya Fatîh a Stenbolê jina bi navê Ayan Mohomed Dhoba (26) ya ji Îngilistanê bi êşkenceyê hate qetilkirin. -
Li Rihayê jina ducanî ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hate qetilkirin
Li navçeya Kaniya Xezalan Fîdda Uzun a ducanî ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Uzun ve hat qetilkirin. -
HEDEP wê ji ber Girtîgeha Sîncanê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê bike
Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê wê ji ber Girtîgeha Sîncanê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê bike. -
KJK'ê ji bo 25'ê Mijdarê bang kir
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê helwesta xwe eşkere kir û ji bo xurtkirina rêxistinî, tifaq û çalakiyan bang kir. -
Komxebata jinan a li Reqayê bi dawî bû
Komxebata jinan a li Reqayê bi peyamên, “Ll dijî hemû şêwazên tundiyê geşkirina têkoşînê û şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî“ bi dawî bû. -
Li Reqayê komxebata jinan
Li Reqayê di komxebateke ku bi boneya çalakiyên 25’ê Mijdarê de hatibû lidarxistin, mijarên “Çand û exlaq”’ û “Biratiya gelan” hat nîqaşkirin -
Li Rojava merasîmên 25’ê Mijdarê
Li Kobanê, Şehbayê û Qamişloyê merasîmên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin. -
YJK-E: 18’ê Mijdarê em li Berlînê kom bibin
YJK-E’yê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku 18’ê Mijdarê li Berlînê kom bibin û li dijî qedexeyan dengê xwe derxînin. -
Li Reqayê komxebata jinan destpê kir
Li bajarê Reqayê di çerçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê bi beşdariya 250 delegeyan, komxebata jinan destpê kir. -
'Têkoşîna jinan a ji bo mafê xwe, dikare veguhere şoreşê'
Di roportaja PAJK'ê de hate destnîşankirin ku jin dikarin têkoşîna maf veguherînin şoreşeke civakî. -
Li Amedê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
A.K a 50 salî ku li navçeya Rezanê di mala xwe de bi awayekî guman bi birîndarî hat dîtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
RJAK ji bo 25’ê Mijdarê wê 16 rojan di nava çalakiyan de be
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya çalakiyên 16 rojî yên li dijî tûndiya li ser jinan eşkere kir.