TJA’yê li Qoserê starta 25’ê Mijdarê da

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çerçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li navçeya Qoser a Mêrdînê start da.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê Salîha Aydenîz, li gel jinên ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê tevlî çalakiya TJA'yê ya li Qoserê bû.

Polîsan jinên ku xwestin ber bi Qada Azadiyê ve bimeşin dorpêçkirin û destûr nedan meşê.

Jinan li cihê hatin dorpêçkirin, wêneyên jinên hatin qetilkirin di destên xwe de hilgirtin û bi berzkirina dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinan" û tilîliyan xwestin ku dorpêça polîsan bê rakirin.

Piştî muzakereyê jinan li qadê daxuyanî dan. Li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Jiyan Oner daxuyanî da.

NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ABDULLAH OCALAN E

Jiyan Oner, diyar kir ku wan 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" pêşwazî kir û got, "Ji bo azadiya keda jinê em ê têkoşîna rêxistinbûyî ya kedê bi hev re bilind bikin."

Jiyan Oner anî ziman ku desthilatdariya ku dixwaze pêşî li têkoşîna jinan a ku li dijî tundî, polîtîkayên qirkirina jinê û pergala serdest a mêr di asta cîhanê û herêmî de birêxistin dike asteng bike, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûrtir kiriye.

Jiyan Öner diyar kir ku her ku tecrîd kûr dibe pirsgirêkên civakê mezin dibin û gelek krîz derketine holê û got bi tecrîdê re paradîgmaya azadiya jinê ya ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin hedef tê girtin.

Jiyan Oner, da zanîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd û kaosa li Tirkiyeyê Abdullah Ocalan e û got, "Em biryardariya xwe ya şikandina tecrîda mutleq û avakirina jiyana azad a jinê didomînin."

BANGA BERFIREHKIRINA AZADIYA CIVAKÎ HATE KIRIN

Oner, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên zayendperest û serweriya mêr ên desthilatê, jin bi dirûşme, tilîlî û rengên xwe li qadan e û wiha domand: “Werin em weke jin bi hev re têkoşîn û rêxistinbûna xwe bimeşînin ku sedsala 21’an veguherînin serdema şoreşa jinê. Vê berpirsyariyê li Rojhilat di şexsê Jîna de tayê porê veguherand serhildanê. Bû mîrateya Nagîhanê li Başûr li du xwe hiştî. Berxwedana Evîn û Sarayê ya li Parîsê li Rojava bû hêviya ku jinan ava kiriye. Li ser vê bingehê ‘Jin jiyan azadî’ têkoşîna me bi jinên cîhanê re dike yek. Bi pêşengiya jinan em bang li hemû jinan dikin ku azadiya civakî mezin bikin û di 25’ê Mijdarê de li qadan di nava têkoşînê de bicivin.”

EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN

Parlamenter Salîha Aydenîz a pişt re axivî, bal kişand ku ji bo ev roj bibe roja têkoşînê jinên cîhanê gelek bedel dane û wiha got: “Li dijî feraseta mêr-dewlet, mîlîtarîst, zayendperest, ev mîrate ev têkoşîn heta van rojan me anî. Ji ber vê yekê em ê li kolanan bin.”

Aydenîz, da zanîn ku jinên Kurd îro bi felsefeya “Jin jiyan azadî” li Rojhilata Navîn jiyaneke nû ya azad diafirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên Kurd ji cîhanê re bûn mînak. Hemû sazî û dezgehên dewletê li hemberî azadiya jinê radiwestin û li dijî azadiya jinê polîtîkayên taybet diafirînin. Me vê tiştî di tayînkirina qeyûman de dît. Qeyûm cara ewilî sazî û dezgehên jinan girt. Her wiha îro li Kurdistanê tundiya karmendên dewletê yên bi unîformayî li pêş e. Jinên Kurd dê li hemberî wan polîtîkayan têkoşîna xwe bidomîne. Em ê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li qadan bin. Tecrîd didome. Têkoşîna me dê ewilî ji bo rakirina tecrîdê be. Hûn nikarin hêza jinan bişikînin, hûn nikarin bi tu saziyên xwe li pêş azadiya jinê bibin asteng. Heta ku em tifaqa jinan û civakê pêk bînin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”