Li Stenbolê jineke Îngilistanî bi êşkenceyê hat qetilkirin
Li oteleke Taxa Mevlankapi ya navçeya Fatîh a Stenbolê jina bi navê Ayan Mohomed Dhoba (26) ya ji Îngilistanê bi êşkenceyê hate qetilkirin.
Li oteleke Taxa Mevlankapi ya navçeya Fatîh a Stenbolê jina bi navê Ayan Mohomed Dhoba (26) ya ji Îngilistanê bi êşkenceyê hate qetilkirin.
Di lêpirsîna ku der barê bûyerê hat destpêkirin de hat diyarkirin ku hevserê Dhoba, Ahmet Y.M di 11’ê Mijdarê de hatiye Tirkiyeyê.
Di lêkolîna hatî kirin de hat diyarkirin ku li ser laşê Dhoba şopên êşkenceyê hatine dîtin.
Hêzên ewlehiyê xwe gihandin kamerayên ewlekariyê ku dema Ahmet Y.M ji otelê derdikeve.
Li ser van qeydan Ahmet Y.M hat binçavkirin û di lêpirsîna emniyetê de li xwe mikur hat ku hevjîna xwe kuştiye.
Hat ragihandin ku Ahmet Y.M sewqî edliyeyê hatiye kirin.